Kayıtlar

Haziran, 2026 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

Şêxmûs Sefer: Mesele bo kurdan ev e: Amedspor çiqas wekî ‘xwe’ dimîne

Resim
Tîma keskesor, Amedspor di sezona 2025/2026an a Lîga Yekem a TFFê de bû şampiyon û derket Lîga Superê ya Tirkiyeyê. Ev serkeftin ji hêla milyonan kurdên li Kurdistanê û derveyî welêt bi kêfxweşiyeke mezin hat pêşwazîkirin. Lê pişt vê encamê gelek pirs û pirsgirêk hene ku bersivên wan hêj bi awayekî zelal nehatine dayîn û çareserkirin. Gelo rêveberiya klubê çiqas bi ser ket? Di nav sezonê de guherîna sê rahêneran û transferên ku tiştekî berbiçav li Amedsporê zêde nekirin bi me çi didin nîşan? Û di Lîga Superê de mayîn ji hêla teknîkî û darayî çi pêwîst dibîne? Di vê hevpeyvînê de civaknas Şêxmûs Sefer van pirsan ji perspektîfeke analîtîk û civakî ve dinirxîne. Sefer hem pirsgirêkên rêvebirî û pisporiyê yên hundirê klubê ronî dike, hem jî têkiliya di navbera nasnameya kurdî ya Amedsporê û pêşeroja wê ya di Lîga Superê de analîz dike. Herwiha Sefer li ser modelên ku Amedspor dikare wekî nimûne ji bo xwe hilbijêre jî rawestiya û nêrînên xwe bi me re parve kir. ‘Rêveberiya Amedsporê karê xw...

Deniz Undav: Stêrkê Kurd ê Kupaya Cîhanê

Resim
​ Di Kupaya Cîhanê ya 2026an de, duh Tîma Neteweyî Ya Almanyayê (29ê Gulanê) li hemberî Tîma Neteweyî Ya Paraguayê di lêdana penaltiyan de têk çû û ev turnuwa ji bona wê tîmê bi dawî bû. Divê turnuwayê de futbolîstê kurdê êzîdî Deniz Undav (Di nav Tîma Almanyayê de) bi gol û asîstên xwe di nava civata kurdî û cîhanî de deng veda.  3 gol û 2 asîst Undavê 29 salî di turnuwayê de 4 maç lîst. Di sê maçên destpêkê (Grûpa E) de 3 gol avêt û 2 asîst kir. Hêjayî gotinê ye ku Undav her sê maçên grûpê de jî piştre daxilî maçê bû û di her du maçên destpêkê de bi gol û asîstên xwe di serketinên Almanyayê de roleke baş lîst. Herwiha Undav, di maça li hemberî Ivory Coastê (Qeraxên Diranêfîlê) de wek futbolîstê Player of the Match - Lîstikvanê Maçê hate hilbiijartin. Undav: Super-sub Li gorî analîstên futbolê Undav, bi rola xwe ya "Super-sub - Super yedek" ji bo Almanyayê serketî bû û yek ji lîstikvanê herî berhemdar ê turnuwayê bû. Ji bo Undav sezoneke serketî Deniz Undav ji b...

Kurdish Power bû şampiyonê WBCyê!

Resim
Boksorê ukranî Oleksandr Usyk di 26ê hezîranê ji bo ku dîsa derkeve rîngê dev ji sê kemberên xwe yê navneteweyî berda. Ev yek bû sedem ku ji aliyê Konseya Boksa Cîhanê (WBC) ve boksorê kurd Agit Kabayel wekî Şampiyonê Cîhanê yê Sîkleta Giran were îlankirin. Kabayelê ku wek Kurdish Power tê nasîn, berê xwediyê kembera "demkî" (interim) a WBCyê bû. Piştî ku Usyk kemberên xwe hiştin, statûya wî hate rakirin û ew bi fermî bû Şampiyonê Cîhanê yê Sîkleta Giran a WBCyê. Piştî ragihandina vê nûçeyê Kabayel li ser hesabê xwe yê Instagramê hîsên xwe wisa aniye ziman: Bawer nakim. Ji îro û pê ve, ez Şampiyonê Cîhanê yê Sîkleta Giran a WBCyê me….Yekem şampiyonê cîhanê yê giran ê kurd di dîrokê de û yekem şampiyonê cîhanê yê giran ê alman di hema hema 100 salan de. Peyv nikarin rave bikin ka ez niha çi hîs dikim. Spas ji her yek ji we re ji bo piştgiriya we di vê rêwîtiyê de. Ev destkeftî ya me hemûyan e. Ez ê her tiştî bikim da ku vê kemberê demek dirêj bigirim û hîn bêtir unwanan li b...