Kurdish Power bû şampiyonê WBCyê!

Boksorê ukranî Oleksandr Usyk di 26ê hezîranê ji bo ku dîsa derkeve rîngê dev ji sê kemberên xwe yê navneteweyî berda. Ev yek bû sedem ku ji aliyê Konseya Boksa Cîhanê (WBC) ve boksorê kurd Agit Kabayel wekî Şampiyonê Cîhanê yê Sîkleta Giran were îlankirin.

Kabayelê ku wek Kurdish Power tê nasîn, berê xwediyê kembera "demkî" (interim) a WBCyê bû. Piştî ku Usyk kemberên xwe hiştin, statûya wî hate rakirin û ew bi fermî bû Şampiyonê Cîhanê yê Sîkleta Giran a WBCyê.

Piştî ragihandina vê nûçeyê Kabayel li ser hesabê xwe yê Instagramê hîsên xwe wisa aniye ziman:

Bawer nakim. Ji îro û pê ve, ez Şampiyonê Cîhanê yê Sîkleta Giran a WBCyê me….Yekem şampiyonê cîhanê yê giran ê kurd di dîrokê de û yekem şampiyonê cîhanê yê giran ê alman di hema hema 100 salan de. Peyv nikarin rave bikin ka ez niha çi hîs dikim. Spas ji her yek ji we re ji bo piştgiriya we di vê rêwîtiyê de. Ev destkeftî ya me hemûyan e. Ez ê her tiştî bikim da ku vê kemberê demek dirêj bigirim û hîn bêtir unwanan li berhevoka xwe zêde bikim.
Navê min li kêlaka Muhammed Ali, Mike Tyson…


Kabayelê ku eslê wî ji navçeya Gumgum (Bazarcix) a Mereşa Bakurê Kurdistanê ye li Almanyayê hatiye dinê û wekî boksorekî kurd û alman tê nasîn.

Bi rastî, ez nizanim çi bibêjim. Cihê xwe di pirtûkên dîrokê de li kêleka navên wekî Muhammed Ali, Mike Tyson û gelek efsaneyên din de bigirim tiştek e ku min di zarokatiyê de xeyal dikir. Ev xewna min a herî mezin e ku rastî tê. Lê ji her tiştî bêtir, ez dixwazim spasiya we, alîgiran bikim. We di her paşketinê, her kêliya dijwar û her gavê vê rêwîtiyê de piştgirî da min. Ez qet nikarim ji bo vê yekê têra xwe spasiya we bikim. Ez her û her ji bo her tiştê ku hîn jî li pêşiya me ye spasdar û heyecan im.
Kabayel çawa hate vê astê? 

Li gor agahiyên ber dest, Agit Kabayel, berî ku dest bi boksê bike, di xortaniya xwe de futbolê lîstiye. Kabayel di sala 2011ê de, dema dibe 18 salî, dest bi kariyera profesyonelî ya boksê dike.

Hêjayê gotinê ye ku Kabayel heya aniha li hemberî ti boksorekî têk neçûye û di 25 lîstikên xwe yê dawî de 17 caran yê li hemberî xwe bi nakawtê têk biriye. Herî dawî Kabayel di 22yê Sibata 2025an de jî boksorê çînî Zhang Zhilei bi nakawtê têk bir û bû Şampiyonê Demkî(interim) yê Cîhanê a WBCyê. Piştî vê serketinê, Kurdish Power li ser sehneyê bi ala Kurdistanê hatibû pêşwazî kirin. 

Usyk: Ev ne dawî ye! 


Herwiha Boksorê ukranî Usyk jî piştî radestkirina kemberên di destê xwe de peyamekî vîdeoyî li ser hesabê xwe yê Xê belav kir. Usykê di peyama xwe de, wisa dibêje: “Ev biryarek baş-hizirkirî ye ku ez bawer im dê derfetên nû ji bo min veke. Ev ne dawiya çîrokê ye. Berdewamî li pêş e.” 

Kabayel di mehên dawî de gelek caran daxwaza lîstikê bi Usyk re kiribû û dixwest ji bo unwanê ew derkeve pêşberî wî. WBCyê jî di meha sibatê de vê maçê xwestibû û ev yek Kabayel gelekî kêfxweş kiribû. Lê Usyk, li gorî daxuyaniyên xwe, nedixwest bi temamî dev ji kariyera xwe ya boksa profesyonel berde û di encamê de maç pêk nehat. 
Gelo dê Kabayel û Usyk bên li hemberî hev?

Tê pêşbînîkirin ku di siberojê de Agit Kabayel û Oleksandr Usyk ji bo kembera sîkleta giran a WBCyê werin li hemberî hev. Kabayel gelek caran Usyk ji ber derneketina li hemberî wî sûcdar dikir. Ev hemleya dawî ya Usyk ji hêla şirovekarên boksê wekî bersivekî li hemberî gotinên Kabayelî hate şirovekirin.

---

Ev nûçe bi piştgiriya maddî ya Balyozxaneya Almanyaya Federal a Enqereyê, di çarçoveya Projeya ‘Bihêzkirina Saziyên Medyaya Herêmî bi Riya Mentoriya Navneteweyî û Veguhertina Dîjîtal’ de hatiye amedekirin. Berpirsiyariya naveroka vê nûçeyê aîdî saziya me ye. Qelems

Yorumlar