Kayıtlar

Temmuz, 2026 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

Bahoz Baran: 'Rastnivîser' ji bo kurdî dê bibe şoreşek

Resim
​ Di vê serdema ku hêj perwerdehiya bi zimanê kurdî tune ye de, weşanxaneyên li Bakurê Kurdistanê bi gelek astengiyên bingehîn re rûbirû ne. Pirsgirêkên mîna nebûna budceyê, kêmasiya edîtor û redaktorên profesyonel û tevliheviya di rastnivîsînê de, rasterast bandorê li kalîteya weşanên kurdî dikin. Zimanzan, nivîskar, edîtorê Weşanên Wardozê û endamê Komxebata Kurmanciyê ya Weqfa Mezopotamyayê Bahoz Baran, di vê hevpeyvînê de balê dikişîne ser xebatên standardkirina kurdiya kurmanciyê, projeya bernameya "Rastnivîser"ê û rola jîriya çêkirî (AI) di arşîvkirina çanda devkî û folklorê de. “Edîtor û redaktorên baş bi tilîyan tên jimartin” Di piraniya weşanxaneyên kurdî yên Bakurê Kurdistanê de kesên ku pirtûkan hazir dikin, edîtor/redaktor û xwediyê weşanxaneyê heman kes in; bi nêrîna te sedema esasî tenê nebûna budceyekê ye ji bo van merheleyan an xemsariya weşanxaneyan jî di vê mijarê de sedemeka din e? Yek jê ji ber bêderfetî û aborîyê ye. Jixwe gelek mirov pirtûkan naxwînin, î...