Danasîna Guhdar D.
Weşanxaneya DOZê li Sura Diyarbekirê, berhema nivîskar Delyadilê ya bi navê Guhdar D. bi çalakiyeke edebî da nasîn. Çalakî li Qonaxa Îskender Paşa ya Surê, bi beşdariya zêdetirî sed kesan bi rêve çû. Di bernameyê de, bi moderatoriya Omer Faruk Baran û amadebûna nivîskar Delyadilê, gotûbêjekî berfireh hat li dar xistin. Danasîn bi awayekî înteraktîf û bi beşdariya çalak a xwîneran, di forma pirs û bersivan de berdewam kir. Beriya bernameyê û piştî bernameyê ji bo nivîskar tevî satilekî mast gelek kulîlk û diyarên curbicur ji nas û dostên wê hatin. Di dawiyê de jî Delyadilê berhema xwe bo beşdaran îmze kir û bernameya danasînê pirtûkê bi dawî bû.