Kayıtlar

Ağustos, 2026 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

Li Herêma Kurdistanê krîz didome: Hewlêr çiqas nêzî hikûmeteka nû ye?

Resim
Ji 20ê Cotmeha 2024an ve li Herêma Kurdistanê hilbijartinên parlamentoyê hatine kirin. Lê heya aniha jî ji ber nakokiyên aliyên siyasî hikûmeteka nû nehatiye avakirin. Gelo di rewşa heyî de Hewlêr çiqas nêzî hikûmeteka nû ye?  Di hilbijartinan de Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi bidestxistina nêzîkî 810 hezar dengan bûbû partiya yekem. Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) jî bidestxistina zêdetirî 408 hezar dengan bûbû partiya duyem. Di hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê de nêzîkî 2.7 milyon dengdêr beşdarî prosesa dengdanê bûbûn. Ji ber nakokiyên li ser kotayan hilbijartin nêzî du salan hatibûn paşxistin.  Herwiha li gor encamên fermî belavbûna kursiyan jî bi vî rengî bû:  Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK): 39 kursî Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK): 23 kursî Newey Nwê (Nifşê Nû): 15 kursî Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê (Yekgirtû): 7 kursî Helwest: 4 kursî Komeleya Dadgeriyê (Komel): 3 kursî Berey Gel: 2 kursî Goran: 1 kursî Hevpeymaniya Her...