Li Herêma Kurdistanê krîz didome: Hewlêr çiqas nêzî hikûmeteka nû ye?

Ji 20ê Cotmeha 2024an ve li Herêma Kurdistanê hilbijartinên parlamentoyê hatine kirin. Lê heya aniha jî ji ber nakokiyên aliyên siyasî hikûmeteka nû nehatiye avakirin. Gelo di rewşa heyî de Hewlêr çiqas nêzî hikûmeteka nû ye? 


Di hilbijartinan de Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi bidestxistina nêzîkî 810 hezar dengan bûbû partiya yekem. Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) jî bidestxistina zêdetirî 408 hezar dengan bûbû partiya duyem.


Di hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê de nêzîkî 2.7 milyon dengdêr beşdarî prosesa dengdanê bûbûn. Ji ber nakokiyên li ser kotayan hilbijartin nêzî du salan hatibûn paşxistin. 


Herwiha li gor encamên fermî belavbûna kursiyan jî bi vî rengî bû: 


Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK): 39 kursî

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK): 23 kursî

Newey Nwê (Nifşê Nû): 15 kursî

Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê (Yekgirtû): 7 kursî

Helwest: 4 kursî

Komeleya Dadgeriyê (Komel): 3 kursî

Berey Gel: 2 kursî

Goran: 1 kursî

Hevpeymaniya Herêma Kurdistanê: 1 kursî

Kota: 5 kursî


Ev nêzî du sal in ji ber nakokiyên partiyên sereke (PDK û YNK) li Herêma Kurdistanê hikûmetek nû ava nebûye, lêbelê piştî ku 15ê Gulanê li Iraqê hikûmeteka nû ava bû tê pêşbînîkirin ku li Kurdistanê jî geşedanên nû çêbibin.


Di derbarê hewlên avabûna Hikûmeta Kurdistanê de rojnameger Serbaz Salih û Alîkarê Midîrê Akademiya Ajansa Anadoluyê lêkolîner Mehmet Alaca nêrînên xwe bi me re parve kirin.




Sedema derengketina avakirina hikûmetê çi bû?

Rojnameger Serbaz Salih li Başûrê Kurdistanê xwediyê malpera Wişeyê ye. Bi salan e li Hewlêrê karê rojnamegeriyê re mijûl e. Salih, di destpêka axaftina xwe de qala sedema derengketina avakirina hikûmetê bi propagandaya beriya hilbijartinê ve girê dide.


       Sedema derengketina avakirina hikûmeta Herêma Kurdistanê (kabîneya 10an), di rastiyê de beşek jê vedigere bo propagandayên beriya hilbijartinê. Di rojên germûgur ên propagandayê de, mirov hîs dikir ku her du aliyên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ketine nav du rêyên cuda yên fikirînê. PDK xizmetguzariyên bankî, çandinî, rê û pir, bendav û dîjîtalkirina saziyan wek propaganda bi kar dihanî; li beramber wê, YNK tam berevajî wê alîgirên xwe coş dikirin û digot “Em ê birûxînin, em ê têk bibin.” Êdî bi zelalî derket holê ku du cîhanbîniyên cuda ber bi dahatûyê ve gav davêjin.


       Sedemeke din peywendîdar e bi dîrokê ve, ku mixabin di şerê navxweyî yê Kurdistanê yê salên 1994-1997an de, Herêma Kurdistanê di navbera PDK û YNKê de bû du herêmên xwedî çekdar û saziyên cuda. Ji ber wê em dibînin ku PDK 39 kursiyên parlamentoyê misoger kirine û YNK ji 23 kursî; lê YNK ji ber ku sînorê Silêmaniyê di destê wê de ye, daxwaza 50 bi 50 dike. Ev yek ji aliyê PDKê ve hate redkirin û di nav gel de jî wekî wê yekê tê şîrovekirin ku êdî hilbijartin ne pêwîst e eger encamên wê ne li gorî encamên hilbjartina parlamentoyê bin.


“PDK dixwaze ezmûna berê dûbare nebe”

Salih di berdewamiya axaftina xwe de behsa nakokiyên di navbera her du aliyên siyasî yên kabîneya 9an dike û nêzîkatiya PDKê ya derbarê kabîneya nû wisa dinirxîne: 


       Pirsgirêkeka din di naveroka karkirina van her du aliyan de heye ku di 6 salên borî yên kabîneya 9an de bi zelalî derket holê, ew jî zelalnebûna YNKê bû ku ka di nav hikûmetê de ye yan jî li dijî wê ye. Ji ber ku daxuyanî û karê medya û siyasetmedarên wê partiyê li dijî Hikûmeta Herma Kurdistanê û projeyên wê bûn, di demekê de ku nîvê hikûmetê di destê wan bi xwe de ye. Ji ber wê PDK dixwaze ev ezmûn dûbare nebe û eger hikûmet hat ava kirin, YNK bi temamî di nav hikûmetê de be û bi saziyên xwe ve, xwe berpirsiyar bibîne; ne wekî wê hevoka belavbûyî ku li Kurdistanê çêbûye û dibêje: “YNK bi roj di hikûmetê de ye û bi şev jî opozîsyon e.”


“Gelê Kurdistanê li bendê ye li hev bikin”

Di dawiya nirxandinên xwe de jî Salih, behsa civîneke veşartî ya di navbera her du aliyên siyasî de dike û axaftina xwe wisa diqedîne: 


       Bi giştî, xweşbextane hefteyek e liv û tevgereke veşartî li derveyî medyayê bo gihiştina bi rêkeftinekê tê hîskirin. Gelê Kurdistanê li bendê ye ku ev her du partî bi temamî li hev bikin û bigihêjin cureyekî hevpeymaniyê; ji ber ku li gorî ezmûnê, her dem ku peywendiyên wan baş bûne, Kurdistan geş bûye û destkeftî hene, berevajî nakokiya wan, fikar û sistiyê di jiyana gel û aboriyê de çêdike û Kurdistan jî zirara siyasiyê dibîne.


“Pêşeroja herêmê dikin qurbana pirsgirêkên xwe”

Lêkolîner Mehmet Alaca jî bi salan e li ser Herêma Kurdistanê kar dike, nivîsên wî di gelek malperên tirkî û îngilîzî de derketine. Ew dibêje ku nakokiyên di navbera PDK û YNKê de rê nadin hikûmeteka nû durist bibe, ev yek jî dibe sedem ku pozîsyona Hewlêrê li hemberî Bedxayê lawaz bibe.


        Her ku Herêma Kurdistanê ji hêla siyasî, aborî û îmajê ve li hember Bexdayê biçûk dibe/paşve diçe, ragêşiyên navbera partiyên hundir de bi wê qasî zêde dibin. Bêguman nakokiya di navbera PDK û YNKyê de sedema yekem a neavabûna hikûmetê ye. A rast her du partî pêşeroja herêmê dikin qurbana pirsgirêkên xwe yên egoyê/serbilindiya di navbera xwe. Di şert û mercên heyî de hikûmet bi 50 û yek zêde re tê avakirin, lê ti partî nagihîje vê hejmarê; ji aliyekî din ve her du partiyên mezin jî nikarin bi piştgiriya partiyên biçûk bi tena serê xwe hikûmetê ava bikin. Sedema vê yekê jî ev e; kîjan partî li hember ya din hejmara xwe zêde bike û hikûmetê ava bike, îhtîmala perçebûna herêmê yan şerekî nû yê navxweyî dikare zêde bibe. Herwiha partiyên muxalefetê her du partiyên mezin wekî bê vîzyon û gendel nas dikin û naxwazin rastî tundiyê bên. 


“YNKê bi zorê Newey Nwê ber xwe ve kişand”


2yê Tîrmehê li Silêmaniyê "Hevpeymaniya Hevsengî û Vejînê" ya di navbera YNK û Newey Nwê de bi amadebûna serokên her du partiyan hate îmze kirin. Piştî koalîsyona van hêzan li hemberî PDKyê hejmara kursiyan li parlamanê nêzî hev bû. Alaca vê hevpeymaniyê wisa dinirxîne:


       YNKê bi zorê Newey Nwê ber xwe ve kişand, lê vê yekê ne ji bo avakirina hikûmetê, belkî bi mebesta razîkirina PDKyê kir. YNK, dibêje ku hemû hêza siyasî ya herêmê li ba PDKê ye û PDK vê hêzê bi tu alî re parve nake, lê PDK jî dibêje ku YNK wekî dûvelanga Îran û komên şîe yên di hikûmeta Bexdayê de tev digere. Lê her çiqas hejmara piranî li ba PDKê be jî, hem ji ber berpirsiyariya dîrokî hem jî ji bo aramiya herêmê divê malbata barzaniyan YNKyê qanih bikin û wê di nav pergalê de bigirin. 


       Dema mirov paşxaneyê dibîne, asêbûnek xuya dike. An dê hilbijartinên nû werin kirin an jî Herêma Kurdistanê dê bi xetên hê tundtir di navbera herêmên kesk û zer de bê perçekirin. An jî dê modelek nû ya qeyûmê lê Bexdayê çêbe ku ev senaryo ya herî zehmet û metirsîdar e. Aniha wisa xuya ye ku ne hikûmet tê ava kirin û ne jî encamên hilbijartinan dikarin baştir bin. Çareseriya vê pirsgirêkê, çareserkirina nakokiya di navbera Mesrûr Barzanî û Bafel Talabanî de ye û divê pêvajoya avakirina hikûmetê derveyê vê nakokiyê çareser bikin. Ger ev yek pêk neyê, dê bandora Herêma Kurdistanê hê kêmtir bibe. Jixwe li Bexdayê rêberiya nû ya şîe xurttir dibe û heta kurd di navbera xwe de nebin yek, dê hê zêdetir qels bibin. 


“Nêçîrvan Barzanî gelek çû hat, niha Selahaddîn Bahaddîn hewl dide”

Mehmet Alaca di nirxandinên xwe de her dawî li ser wan kesayetên ku hewl didin partiyên sereke bînin cem hev rawestiya û wisa pê de çû: 


       Her wekî min li jor jî diyar kir, hevalbendiya di navbera YNK û Newey Nwê de ne ji dil e lê ji ber pêvajoyek mecburî ye. Bi vê hevalbendiyê re her du partî hejmarên xwe wekhev in niha. Lê ev nayê wê wateyê ku dê li hev bikin, ser de, bi raya min ev yek hin baskên PDKê gelek aciz kir. Mixabin ev hewildan, aşitiya navbera her du aliyan hêsan nake di ser de jî navbeynkarên di navbera wan de jî aciziyên xwe tînin ziman. Nêçîrvan Barzanî gelek çû hat di navberê de ji bo ku hinekî normalîze bibin, lê xuya ye wî jî xwe paşve kişandiye. Niha serokê Yekgirtûyê Selahaddîn Bahaddîn hewl dide, lê xuya ye ku ew jî nikare encamekê bi dest bixe. Di demeke nêz de ti nîşaneyek berçav ji bo avakirina hikûmetê xuya nake.


Lêkolîner û pisporên Herêma Kurdistanê ne avabûna hikûmeteka nû wekî encama nakokiyên bingehîn ên di navbera PDK û YNKê de dinirxînin. Herwiha geşedanên li herêmê û Iraqê jî tesîrên mezin li Kurdistanê dikin; di rewşa heyî de tê çaverêkirin ku helwestên aliyên siyasî siberoja Hewlêrê diyar bike.



"Ev nûçe bi piştgiriya maddî ya Balyozxaneya Almanyaya Federal a Enqereyê, di çarçoveya Projeya ‘Hêzkirina Saziyên Medyaya Herêmî bi Riya Mentoriya Navneteweyî û Veguhertina Dîjîtal’ de hatiye amedekirin. Berpirsiyariya naveroka vê nûçeyê aîdî saziya me ye."

Yorumlar