Kayıtlar

Kasım, 2026 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

Jan Axîn dilê hezkiriyên xwe şa kir

Resim
Yek ji pêşengê mûzîka rock a kurdî  Jan Axîn , îşev li  Amedê/Diyarbekirê  derket pêşberî hezkiriyên xwe. Konser bi coşeke mezin derbas bû û guhdaran bi Jan Axîn re stranan gotin. Jan Axîn, di konserê de berhemên xwe yên herî navdar ên wekî  Evîndar, Kerîm Lawo Çeqilmast, Dil Şikestî, Gulevîn, Kul û Kulîlk û Sebra Azad   gotin.  Li salonê kêlî bi kêlî coş mezin bû û hezkiriyên Axîn heta deqîqeya dawî beşdarî gotinên stranan kirin. Hunermend di bernameya xwe de tenê bi stranên xwe sînordar nema; herwiha berhemên koma efsanewî ya mûzîka rock a kurdî  Koma Wetan  û stranbêjê navdar  Ciwan Haco  jî bi zindî pêşkêş kir.  Yek ji kêliyên herî watedar ên konserê ew bû ku Jan Axîn stranek diyarî bîranîna nivîskar û rewşenbîr Mehmet Emin Bozarslan kir. Foto: Qesîm Etmanekî