Jan Axîn dilê hezkiriyên xwe şa kir
Yek ji pêşengê mûzîka rock a kurdî Jan Axîn, îşev li Amedê/Diyarbekirê derket pêşberî hezkiriyên xwe.
Konser bi coşeke mezin derbas bû û guhdaran bi Jan Axîn re stranan gotin.
Jan Axîn, di konserê de berhemên xwe yên herî navdar ên wekî Evîndar, Kerîm Lawo Çeqilmast, Dil Şikestî, Gulevîn, Kul û Kulîlk û Sebra Azad gotin.
Li salonê kêlî bi kêlî coş mezin bû û hezkiriyên Axîn heta deqîqeya dawî beşdarî gotinên stranan kirin.
Hunermend di bernameya xwe de tenê bi stranên xwe sînordar nema; herwiha berhemên koma efsanewî ya mûzîka rock a kurdî Koma Wetan û stranbêjê navdar Ciwan Haco jî bi zindî pêşkêş kir.
Yek ji kêliyên herî watedar ên konserê ew bû ku Jan Axîn stranek diyarî bîranîna nivîskar û rewşenbîr Mehmet Emin Bozarslan kir.
Foto: Qesîm Etmanekî






























Yorumlar