Şêxmûs Sefer: Mesele bo kurdan ev e: Amedspor çiqas wekî ‘xwe’ dimîne
Tîma keskesor, Amedspor di sezona 2025/2026an a Lîga Yekem a TFFê de bû şampiyon û derket Lîga Superê ya Tirkiyeyê. Ev serkeftin ji hêla milyonan kurdên li Kurdistanê û derveyî welêt bi kêfxweşiyeke mezin hat pêşwazîkirin.
Lê pişt vê encamê gelek pirs û pirsgirêk hene ku bersivên wan hêj bi awayekî zelal nehatine dayîn û çareserkirin. Gelo rêveberiya klubê çiqas bi ser ket? Di nav sezonê de guherîna sê rahêneran û transferên ku tiştekî berbiçav li Amedsporê zêde nekirin bi me çi didin nîşan? Û di Lîga Superê de mayîn ji hêla teknîkî û darayî çi pêwîst dibîne?
Di vê hevpeyvînê de civaknas Şêxmûs Sefer van pirsan ji perspektîfeke analîtîk û civakî ve dinirxîne. Sefer hem pirsgirêkên rêvebirî û pisporiyê yên hundirê klubê ronî dike, hem jî têkiliya di navbera nasnameya kurdî ya Amedsporê û pêşeroja wê ya di Lîga Superê de analîz dike.
Herwiha Sefer li ser modelên ku Amedspor dikare wekî nimûne ji bo xwe hilbijêre jî rawestiya û nêrînên xwe bi me re parve kir.
‘Rêveberiya Amedsporê karê xwe baş nekir’
Amedsporê ku vê salê derket Lîga Superê ya Tirkiyeyê, di sezona 2025/2026an de sê caran rahêner û carek jî rêveberî guhert. Bi nêrîna te ev guherînên hatine kirin bandorên çawa bi xwe re anîn? Dikarî kurte-panaromayekî sezona borî, -ji hêla Amedsporê ve- bo me binirxînî?
Amedspor wekî te jî got sê caran rahêner guhert, di navbera lîgê de 9 futbolîst transfer kirin ez ne şaş bim û gelek futbolîstên xwe jî şandin. Hemû tîmên futbolê di navberê de nirxandinekê dikin û yê ji wan re nabin dişînin û yên baş jî transfer dikin. Lê yên hatin transfer kirin mixabin tiştek li Amedsporê zêde nekirin. Di meseleya rahêneran de jî heman tişt hatin kirin. Ev pêkhateyên hatin kirin bi xwe jî bi me da xuya kirin rêvebirî karê xwe baş nekir û eger Amedspor di dawiyê de bibe şampiyon wê ev ji ‘başbûna’ Amedsporê zêdetir bi ‘qelsiya’ tîmên din xwe da xuya kirin. Erê di encamê de Amedspor bû şampiyon û di futbola îroyîn mixabin her kes tenê li encamê dinêre.
‘Gelek kes xwestin bibi serokê Amedsporê’
Lijneya Şêwrê Ya Amedsporê 25ê Gulanê li Tesîsên Şêxmûs Ozerê daxuyanî da û ji bo serokatiya klubê dîsa li ser navê Nahit Eren li hev hatin. Gelo çi bû sedem ku Eren dîsa hate hilbijartin?
Nizanim çi bû sedem û bi rastî li pişt perdeyê çi dibe, kî çi biryara distîne ne di bala min de ye. Bo min ya muhîm qezenca kluba kurda û spora kurda ye. Ji bo vê jî bi rastî kesên şareza û hezkiriyên vê qadê pêwîst in. Wekî din jî ez bawer im gelek kesên din jî xwestin bibin serokê Amedsporê ku hin ji wan berê jî serokatiya vê klubê kiribûn. Li gorî min her çiqas Nahit Eren bo serokatiya klubê ne mirovekî ‘îdeal’ be jî di nav wan navên din de gaveke din derkete pêş.
Cenabê te di nivîsa xwe ya dawî de aniye ziman ku ji bo Amedsporê “keyfiyet” û biryarên ne profesyonel yek ji pirsgirêkên sereke ne. Piştî ku Amedspor derket lîga superê ev pirsgirêkên heyî divê çawa bêne çareserkirin?
Bi rastî min di wê nivîsa xwe de behsa vê yekê kiribû û naxwazim li vir jî dubare bikim. Lê tenê dikarim vê bêjim ku di serdema nûjen ya dinyayê de di hemû kar û saziyan de pisporî û karbeşî bivênevê divê cihê xwe bigire. Yan na wê her sal bi ceribandinek e din derbas bibe û ew armanca ku dixwestin bigihêjinê wê ne pêkan be.
‘Amedspor çiqas wekî ‘xwe’ dimîne?’
Di sezona nû de Amedspor dê Lîga Superê de dê cih bigire. Gelek şirovekar û alîgirên tîmê wisa bawer dikin ku ew ê populerbûn û derfetên curbecur bên pêşiya Amedsporê. Gelo ev tiştên ku tên gotin dê tesîreke çawa li ser nasnameya kurdî ya Amedsporê bike?
Amedspor di vê lîga jê derket jî têra xwe ‘populer’ bû û dîsa di vê lîgê de temaşevanên wê û alîgirên wê ji gelek alîgirên klubên din yê lîga superê zêdetir bû. Û bi ya min mesele ne ew e ku bê Amedspor di kîjan lîgê de jî dilîze. Mesele bo kurdan ev e ku Amedspor çiqas wekî ‘xwe’ dimîne û li ser wê ‘xwebûna’ xwe çi ava dike û çi li xwe zêde dike.
Bêguman Amedspor nasnameyek e, helwestek e. Eger îroj kurdên li her derê dinyayê piştgiriyeke pir xurt didin Amedsporê ne ji ber filankes serokê Amedsporê ye û ne ji ber hin kesên din in ku bi awayekî di nav rêvebirina Amedsporê de cih digirin.
Mixabin çawa siyaseta kurdan îroj bi awayekî zelal xwe wekî nûnerê kurdan nîşan nade û ji bo behsa hebûn û mafên kurdan yê sereke neke hezar peyv û teoriyên siyasî ji hezar cihî tîne, Amedspor jî divê di vê meseleyê de heman xetayê neke. Û xwe bide xuya kirin ji bo hemû dinyayê ku ew temsîliya kurdan dike û tîmeke kurdan e. Îroj çawa Barcelona katalanan temsîl dike, Bilbao baskiyan temsîl dike, Boca Juniors çîna jêrîn ya gelê Arjantînê temsîl dike û bi vê yekê jî serbilind in Amedspor jî dikare vekirî bêje ku em tîmeke kurdan e û bi vê yekê serbilind in.
‘Siyaseta te çi be spora te jî ew e’
Cenabê te her pêşniyar dikir ku Amedspor divê tîma Atletico Bilbao ji xwe re bike model. Em dizanin ku Bilbao tîma neteweya welatê Baskê ye û tenê kesên baskî dikarin li wir futbolê bilîzin. Gelo ev model halîhazir ji bo Amedsporê çiqas gengaz e? Amedspor dikare tenê ji futbolîstên kurdan pêk were?
Ev yek him pir hêsan e û him jî pir zehmet e. Tenê ya giring ev e ku tê kîjan rêyê bide ber xwe. Amedspor ji 2014an ve di lîga profesyonel de dilîze. Pirs ev e; heta anha ji binesaziya Amedsporê çend futbolîstên ku ji binesaziya wê hatiye û di Amedsporê de dilîze? Îroj li A. Bilbaoyê ji xeynî dibistanên wan yên futbolê, tîmên din ê futbolê jî hene û futbolîstên ji binesaziya wan derdikevin li wir dilîzin ku heta baş bipijin û paşre him bo xwe û him bo tîmên din amade bin. Eger ev yek wekî destpêk jî piştî 12 salan ji bo Amedsporê hebe em dikarin li ser pirsa te bipeyivin eger na ji kerema xwe em vê yekê derbas bikin û bi hestên gelê xwe jî nelîzin ku Amedspor tîma ‘zarokên’ kurda ye.
Di Amedsporê de mixabin ne felsefeyek e wisa heye û ne jî bo gelek serok û rêvebir û heta ji paş perdê kesên ku Amedsporê ‘dizayn’ dikin ev yek bûye derd!
Min gelek caran gotiye, siyaseta te çi be spora te jî ew e. Îroj çawa pêşeroj û qedera kurdan ne di xema siyasetmedarên kurdan de be mixabin Amedspor jî zêde ne di xema serok û rêvebiran de ye. Bêguman wê hin kesên baş û zana di nav de hebin lê ez behsa xeta giştî û diyarker ya Amedsporê dikim.
Îroj Amedspor li pêşiya siyaseta kurdan e û kesên bi siyasetê eleqe nakin jî wê wekî nasnameya xwe dibînin û piştgiriyê didinê. Ji ber wê jî wê gelek kes û derdor bixwazin li ser vê girsêyê xwe bidin xuya kirin. Çi wekî serok û rêvebir, karsaz, çi siyaset û çi jî dewlet.
‘Rêvebiriya Amedsporê ne jî kesên şareza hatiye hilbijartin’
Mayîna Lîga Superê ji hêla darayî û teknîkî ve çi dixwaze? Li gor ku tu dişopînî, rêveberî û tîma futbolê ya Amedsporê gelo ji bo vê lîgê çiqas hazir e?
Pêşî ez vê bêjim, ez bi xwe çend îstîsna ne tê de ez Lîga Superê ya Tirkiyê temaşe nakim. Tu kêfê jê nagirim, her kaos e. Lîstika dilîzin bêserûber e, stîlên xwe tunene, ji estetîkê dûr in. Tiştê ku ez dibînim Amedspor jî bo ku di wê lîgê de bimîne encex bişibe ‘wan’. Mixabin xetereyek e wisa jî heye. Lê Amedspora di dilê min de bêguman ne ev tîm e, ya di dilê min de; hemû kurd in, bi kurdî dipeyivin û li gorî pîvanên fair playê dilîzin. Ez dizanim ji xwe re diçînim şorbê û ez ê tu carî bi çavên seran vê yekê nebînim.
Hîn du roj berê Amedsporê dîrektoreke sportîf anî ser serê tîmê ku di parvekirinên wî jî de ji xeynî Ataturk hema bêje tiştek tuneye. Wê ev rih çi bide tîmekê ku xwedêgiravî wê kurdan temsîl bike!
Rêvebiriya Amedsporê jî mixabin ne jî kesên şareza û kesên ku azmûna wan heye hatiye hilbijartin. Wekî her car çend kes li hev rûniştine, gotine em ji odeya karsazan filankes, ji filan saziya sivîl bêvankes, ji jina jî bila ‘kota’ ya me hebe, û ji wan jî bila yek dudo sergirtî be...
Ji hêla darayî jî vê bêjim, futbol êdî endustriyeke mezin e ev jî beşek e ji vê ye. Ji ber pasta jî di vê lîgê de mezin e ji vir û wir her kesek dixwaze li dora wê pastayê bigere. Ji ber wê dibejîm di sporê de kesên zana, dildar û welatperwerên kurd divê vî karî bikin. Kesên ku berjewendiyên gelê wan û tîma wan li pêşiya berjewendiyên wan be…
Ji aliyê din divê aliyê te yê darayî û sportîf hev bigire. Nabe tu di dema peymanê bi futbolîstan îmze dike milyon euroyan bide lê di rastiyê de ev yek pêk neyê. Adana Demirspor di wextê xwe de gelek futbolîstên wekî ‘star’ dihatin nas kirin transfer kirin lê ji ber pereyên wan neda îroj di çi halî de ye.
Amedspor ji ber sedemên me behs kir ku ji binesaziya xwe futbolîst dernexistiye, hema hema wê hemû tîmê bi riya transferên nû ava bike. Ji ber bingeha tîmê ji sala çûyî tuneye û ji ber wê hemû futbolîst nû bin adaptasyon û lihevkirina wan jî wê meseleyek e din be.
‘Hebûna Amedsporê baş nayê zanîn’
Ji bo Amedsporê piştgiriya milyonan kurdan bi enerjiyeke mezin heye, lê ev enerjî çawa dibe sermaye? Gelo rêveberiya Amedsporê dê karibe vê enerjiyê bike sermayeyeke aborî û neteweyî?
Bêguman îroj piştgiriya ji bo Amesporê heye tu li hemû Tirkiyê nabîne. Ji xeynî bajarên kurdan hema bêje li hemû bajarên tirkan jî alîgir û hezkiriyên Amedsporê hene. Enerjiyek e mezin bo tîmê heye. Û bi ya min sermaye ji vê mezintir tuneye. Îroj gava polîtikaya sporê ya Amedsporê durist û baş be tenê bi firotina formayên xwe dikare xwe li ser linga bigire. Bi ya min problemek e fînansal ya Amedsporê tuneye, problema mezin rêvebirina wê ye. Mixabin hebûna Amedsporê baş nayê zanîn. Amedspor îroj sermayeyeke mezin ya hîsî bo netewa kurdan, ji bo yê fêm bikin...
—
"Ev nûçe bi piştgiriya maddî ya Balyozxaneya Almanyaya Federal a Enqereyê, di çarçoveya Projeya ‘Hêzkirina Saziyên Medyaya Herêmî bi Riya Mentoriya Navneteweyî û Veguhertina Dîjîtal’ de hatiye amedekirin. Berpirsiyariya naveroka vê nûçeyê aîdî saziya me ye."


Yorumlar