Deniz Undav: Stêrkê Kurd ê Kupaya Cîhanê

Di Kupaya Cîhanê ya 2026an de, duh Tîma Neteweyî Ya Almanyayê (29ê Gulanê) li hemberî Tîma Neteweyî Ya Paraguayê di lêdana penaltiyan de têk çû û ev turnuwa ji bona wê tîmê bi dawî bû.

Divê turnuwayê de futbolîstê kurdê êzîdî Deniz Undav (Di nav Tîma Almanyayê de) bi gol û asîstên xwe di nava civata kurdî û cîhanî de deng veda. 

3 gol û 2 asîst

Undavê 29 salî di turnuwayê de 4 maç lîst. Di sê maçên destpêkê (Grûpa E) de 3 gol avêt û 2 asîst kir. Hêjayî gotinê ye ku Undav her sê maçên grûpê de jî piştre daxilî maçê bû û di her du maçên destpêkê de bi gol û asîstên xwe di serketinên Almanyayê de roleke baş lîst.

Herwiha Undav, di maça li hemberî Ivory Coastê (Qeraxên Diranêfîlê) de wek futbolîstê Player of the Match - Lîstikvanê Maçê hate hilbiijartin.

Undav: Super-sub

Li gorî analîstên futbolê Undav, bi rola xwe ya "Super-sub - Super yedek" ji bo Almanyayê serketî bû û yek ji lîstikvanê herî berhemdar ê turnuwayê bû.

Ji bo Undav sezoneke serketî

Deniz Undav ji bilî Kupaya Cîhanê jî, di sezona 2025-2026an de bi tîma VfB Stuttgartê performanseke serketî nîşan da û bala temaşevanên futbolê da ser xwe. Undav, di 46 maçên fermî de bi tevahî 25 gol avêt û 12 asîst kir.

Gol û govend

Undav ji 2023an ve di tîma VfB Stuttgartê de futbolê dilîze. Populerîteya Undav piştî ku hat vê tîmê bilind û berbiçav bû. Ew bi performansa xwe ya biîstîkrar ya van salên dawî bala bi milyonan futbolîstan kêşa ser xwe.

Herwiha piştî avêtina golan şahiyên wî yên govendê di nava civata kurdî de bi dehan caran bû rojev û ev sekna wî hezkirin û aîdiyeta milyonan kurdan li hemberî wî bi xwe re çêkir.

Biryara Deniz û êrîşên nijadperestî

Piştî ku populerîteya Undav di nava alîgirên futbolê de bilind bû û wî biryara xwe ya tîma neteweyî ne ji bona Tirkiyeyê ji bo Almanayê da. Tê gotin ku Undav vê helwesta xwe ji ber kurdbûna[1] xwe daye û vexwendina dîrektorê tîma Almanyayê qebûl kiriye.

Undav, ji ber vê biryara xwe gelek caran ji hêla holîganên tirk ve li ser medyaya civakî rastî helwestên nijadperestî hat; bi taybetî ev yek di maça Fenerbahçe û VfB Stuttgartê ya ku li Stadyuma Chobani hat lîstin de bi eşkere derket holê.

Wek gotina dawî; Undav jî êdî wekî boksorê kurd Agit Kabayel bi nasnameya xwe ya kurdî-êzîdî di qada werzişê de yek ji navdartirîn lîstikvanê kurd ê cîhanê tê naskirin û qebûlkirin.


[1]

https://www.rudaw.net/turkish/categories/sport/769910

---

Ev nûçe bi piştgiriya maddî ya Balyozxaneya Almanyaya Federal a Enqereyê, di çarçoveya Projeya ‘Bihêzkirina Saziyên Medyaya Herêmî bi Riya Mentoriya Navneteweyî û Veguhertina Dîjîtal’ de hatiye amedekirin. Berpirsiyariya naveroka vê nûçeyê aîdî saziya me ye. Qelems

Yorumlar