Bi fotografan re xaniyê berovajî


Foto-nûçe - Li Sûra Diyarbekirê, esnafekî bi navê Mustafa Demirî beriya salekî xaniyek kirê dike. Demiriyê ku gelek bajaran ziyaret kiriye, carekî li bajarekî rastî xaniyêkî ku her tiştê di nav de berovajine hatiye. Vê yekê gelekî bala wî kişandiye û hema yekser ji xwe re gotiye: Çima ev yek li bajarê min tune be.

Bi vê mottoyê wî di 28ê Kanûna Paşîn a 2024an de xaniyekî mîna yên li wan bajaran dîtiye, li Sûra Diyarbekirê vekiriye.


Di xaniyê ku ji du qatan pêk tê de hertişt berovajî ye, yanî serserkî ye.

Ev der ji ber ku nû hatiye vekirin hêj zêde nayê nasîn. Lê li gorî gotina xebatkar Berrin, hatûçûna geştiyaran a dawiya hefteyê bi dilê wan e.

Herwiha Berrinê dibêje, kesên tên serdana vê derê piranî xwendekar û evîndar in.

Di ber suhbeta me de, Berrinê anî ziman ku geştiyar dema tên vê avahiyê ecêb dimînin û ji min dipirsin; we van amûran xaniyê çawa li tawanê monte kirine. 

Ev xaniyê ku li Sûrê nû vebûye li benda geştiyaran e. 

Foto-nûçe bi tevahî ji fikr û ramanên rojnameger pêk tê. Berpirsiyarî ne ya UKê ye.

Yorumlar