Kurd çima neyarê qewmê xwe ye?

Bîranîn

Wêne: Omer Photoscene - Instagram


Ev demekê dirêj e ku ez tiştekî nanivîsînim, sebebên wê jî yekcar diyar in; di jiyana metropolê de meriv nema dikare jixwe re wext biqetîne, bizivire xwe. Kêşeyên derûnî, dersên zanko, xebatên weşanxaneyê û hwd nema dihêlin ku ez rawestim û berê xwe bidim nivîsînê.

Di van rojên dawî de, li ser van hemû kar û pirsgirêkan, şixulekê dî jî derket pêşberî min. Yekşema berê nasekê minê rojnameger telefonê min kir, xwest ku ez derheqê hatina Kurdekî me yê Başûrî de alikariya wî bikim. Wî ji min re got ku biraderê me yê Başûrî li Soran a Hewlêrê bi karê firotina cilên mêran re mijûl e. Ew hatiye lê re, ji bo havîna bê re cilan bo dikana xwe bistîne. Lê ew biraderê me yê Soran bi Tirkî nizane û pêwîstiya wî bi yekê wergêr re heye. 
Wî hevalê minê rojnameger ji min re got, berê hevalekî rojnameger alîkariya wî biraderê me yê Başûrî dikir, lê bes vê carê ji ber karûbarên wî ew nikare bibe alîkar. Wî rojnamegerê jî ji wî xwestiye ku yekî bibîne, bila ew alîkariya biraderê me yê Başûrî bike. Welhasil kelam wî biraderê jî bi min qanî bûye.

Van hemû tiştan li ser telefonê ewan herdûkan bi min re gotin û xwestin ku ez alîkariya wî biraderê me bikim. Bi rastî di wê kêliyê de bê fikir min qebûl kir vê karê (lê ez texmîn dikim min wê wextê -ji ber kelecanbûna xwe- jibîr kiribû ku di nav wê heftiyê de pêwîst e, ez bi çend şixulan re mijûl bibim).

Dotira wê rojê, ber bi êvarê ve, ez, biraderê me yê Başûrî û rojnamegerê berê ku alîkariya wî kiribû, li Aksarayê di çayxaneyeke Kurdan de, me hevûdu dît.

Bi rastî di wê kêliyê hestekî cuda bi min re çêbû, ji ber ku ev cara yekem bû, min Kurdekî ji Kurdistana Başûr bi rû bi rû nas dikir û pê re diaxiviyam, têkiliyeke min çêdibû. Bi qewlê Başûriyan min bi nasîna mamoste Saadî 'zor xoşhal bûm.

Axirî me wê rojê li hev kir û min ji bo heftiyeke alîkariya wî kir. Me di nav hefteyekê de ji bo dikana wî ya cilan bi qasî 10 hezar dolar zêdetir mal kirî. Min xoşhal im ku heta êsta ti mişkîle derneket û hêvî dikim tê mamoste Saadî bi silametî malê xwe bibe Soran.

Min û mamoste Saadî îna berê, sedî 85ê karê xwe tewaw kir û em ji hev safî bûn. Dixwazim lê re bibêjim ku wî pareyê ku me li hev kiribû zehftir da min (Min xwest heqê min çibe bila wê bide min bes e, lê wî wisa nekir, zêdetir da min. Dubare mala wî ava be).

Dawiya vê nivîsê de dixwazim ji we re qala tiştekî bikim ku mamoste Saadî duh ji min re vegotibû. Dema ku ew salên berê carekî hatiye Stenbol, ji bo standina cilan Kurdekî ji xelqê bajarê Mûşê bi navê Baran (mamoste Saadî piştnavê wî jibîr kiriye) alîkariya wî kiriye. Lê wê bênamûsê bêbextiyeke mezin li mamoste Saadî kiriye; bi xapandinê (jê re gotiye; xweha min nexweş e, dê emeliyat bibe, pare hewce ye, tu îro 2 hezar dolar pare bide min, ez ê sibehî parê te ji malê bînim, bidim te. Mamoste Saadî jî bi dilekî paqij parê daye wî bênamûsê) 2 hezar dolarê wî diziye û xwe lê winda kiriye, di nîvê rê de hiştiye.

Wextê ku mamoste Saadî vê meselê ji min re bi wurdî vegot, ez di wê kêliyê, li nik wî sed qat ketim bin erdê, min zêde şerm kir. Bi rastî ji ber wî bênamûsê min zor aciz bûm, hêrs bûm.

Vê meseleya nexweş yekcar gotineke pêşiyan anî bîra min; "Hemû dinya neyarê kewê ye, kew jî neyarê qewmê xwe ye". 

Kurdek ji Kurdistana Başûr hatiye Stenbol, li welatekî xerîb, baweriya xwe bi Kurdekî ji Kurdistanê Bakûr re aniye û bi dilekî paqij lê nêriyê û xwestiye alîkariya wî bike, lê ew bênamûs wî xapandiye û pareyê wî diziye û xwe pê daye winda kirin, wî bi tenê hiştiye.

Min dema vê çîrokê bihîst, gelek î ez pê êşiyam. Çawa dibe mirov li hemberî birayekî xwe bi ew qas bêesil derbikeve û li welatekî xerîb wî di nîvê rê de rût û tenê bihêle, pareyê wî bidize? Gelo dîrok qewmekî bi vê şeklê dîtiye ku ewqas neyar û xêrnexwazên endamê qewmê xwe bûye? Min bawer nîn e ji xeynî me hîç qewmekî bi vî rengî hebe li ser zemîn...

Hêvî dikim rojekî wî bênamûsê bibînim û bikaribim jê bipirsim; ma piçekî jî pozê te neşewitî ku te pareyê biraderekî xwe yê Başûrî bi neheqî jê diziye, ma piçekî jî bi te re şeref û heysiyet nîn bû ku te vê kiryarê namerdane bi endamekî qewmê xwe re kiriye?

01:53 - 28/02/2022
Stenbol

Weşan

Kurd Kavê sempozyuma zimanê Kurdî saz kir

Teşekkur keno an jî Teşekkur dikim

TUYAP ji bo saziyên Kurdî çawa derbas bû?

Nûbiharê cihê xwe yê nû vekir

Wêne, bixwe re hin çîrokan tînin pêşberî me