Nûbiharê cihê xwe yê nû vekir
Wêne-Nûçe: Qesîm Etmanekî
Stenbol (Qelems) - Weşanxaneya Nûbiharê îro bi merasîmekê girseyî cihê xwe yê nû vekir.
Gerînendeyê Giştî yê Nûbiharê Suleyman Çevîk despêka merasîma vekirina cihê xwe yê nû de axivî û wî balê kişand li ser tinebûna dibistanên Kurdî, Çevîk wisa got; "Ji ber ku li Tirkiyê bi zimanê Kurdî perwerdehî tune, weşanxaneyên Kurdî wek dibistan e."
Çend wênê ji merasîma vekirina Nûbiharê;
(Tabeleya nû a Nûbiharê)
(Dema Dr. Îsmaîl Beşîkçî diaxive)
(Rojnameger Rawîn Stêrk)
Nûbihar yek ji weşanxaneyekê Kurdî ye ku xebateke dûr û dirêj bo ziman, çand, edebiyat, folklor û kevneşopiyên gelêrî yên Kurdan xizmetê kiriye û hêj van xebatên xwe bi awayekî periyodîk didomîne.