Wêne, bixwe re hin çîrokan tînin pêşberî me
Wêne - Çîrok: Qesîm Etmanekî
Şikarim (Qelems) - Cara caran wêneyên ku di medyayên civakî de tên li pêşberî me an jî em dikşînin belkî bixwe re hîn çîrokên ecêb, xemgînî, xweşî, zehmetî û hwd. tînin.
***
Sal, salên qirkirina Ermeniyan bû. Beşeke Kurdan xulamiya Îttehatçiyên Tirkan dikir û di qirkirina Ermeniyan de cîh digirtin; lê beşeke din jî, jin mêr û zarokên Ermeniyan ji vê qirkirinê difilitand in.
Çîroka Meyrema Ermenî
Gundê Şikarim ku nêzî du sed sal in malbata me li wir bicih bûye li ser sînorê bajarên Sêrtê û Bidlîsê ye. Herwiha gund di binê çiyayê Qelemsê de, di nav newaleke de hatiye avakirin.
Salên qirkirinê de, malbateke Ermenî wextê ku ji ber qirkirinê bêçare direvin, li pişt xwe, di nîvê rê de, zarokekê xwe yê piçûk ji ber ku dizanin tê werin kuştin, dihêlin. Cînarekî me yê bi navê Haco jî wê zarokê Ermenî cara diçe nav milkê xwe dibîne, wê ji mirinê difilitîne... Piştre wê zarokê tîne mala xwe, li cem xwe wê xweyî dike, jê re dibe xweyî...
Wextê ku Meyrem (navê Meyrem lê wê dikin) mezin dibe, dibe qîzekê lihevhatî, cînarê me yê Haco jî Meyrema keça Ermenî bi kurê xwe yê Brahîm re dizewicîne. Ji wan re xaniyeke çêdike li ba xwe.
Welhasilê kelam sal diborin, zeman diborin pêda pêda zarokên Meyrem û Brahîm jî çêdibin, digihîjin wan û ew jî yeko yek dizewicin.
***
Ev xaniyê di wêneyên li jor û jêr de, tê dîtin ku bûye wek kavil yê yek ji kurên(Hecî Elî) Brahîm û Meyrem e.
Hêj ku ez tinebû me, nehatime li dinyayê, di salên 90î de ew kurê Brahîm û Meyrema Ermenî mala xwe li gund bar kiriye, pêşî biriye li Xana Hawêl û piştre li wir jî ber bi Stenbolê ve bar kiriye.
Piştî 30 salan min xwest ev xaniyê ku hêdî hêdi ji hîmên xwe dikeve û her ber bi kavilbûnê ve diçe, bînim li pêşberî çavên mirovan. Belkî ji vê çîrokê û ji van wêneyan hin kes fêr bibin ku dema kavilê xaniyeke dîtin bila bizanibin ku di wê kavilê de belkî çîrokên xemgînî, xweşî, zehmetî hwd. gelek î hebin.