Koma Mayê Stenbol Hejand

Koma Ma

Stenbol - (Qelems): Îşev li Navenda Çandî ya Bariş Manço ya ser bi Avcilara bajarê Stenbolê, Koma Ma derket ser dîkê.

Di destpêka konserê de, endamên komê têkoşîna jinên Rojhilatê Kurdistanê bi bîr anîn.


Cih nema!

Kurdên Stenbolê di konserta Koma Mayê de, eleqeyeke mezin nîşan dan û salonê de cih nehiştin. Her wiha gelek kesên ku xwedî bilêt bûn jî li piyan man.

Di şahiyê de stranên gelêrî yê Kurdan (bi zaravayên Kurmancî, Kirmanckî û Soranî) ji aliyê solîstên Koma Mayê ve hatin sitrîn.

Hêjayî gotinê ye ku di şahiyê de temaşevanan herî zêde ji stranên Yar Gijlokê û Hoy Dilê re eleqeyê nîşandan û çepikan lêxistin.


Dawiya konsertê de temaşevanan bi deqîqeyan li ser piyan ji bo Koma Mayê li çepikan xistin.




Weşan

Kurd Kavê sempozyuma zimanê Kurdî saz kir

Teşekkur keno an jî Teşekkur dikim

TUYAP ji bo saziyên Kurdî çawa derbas bû?

Nûbiharê cihê xwe yê nû vekir

Wêne, bixwe re hin çîrokan tînin pêşberî me