Şirove


Wêne; BasNews

Qelems - Şirove

Hêjayê niqaşê ye ku piştî mirina Mam Celal di nav YNK de, navbera du kurmaman (Lahur û Bafil) de dubendî çêbû û ev pirsgirêk bi têkçûna Lahur û lawazbûna Yekîtî bi xwe re anî. Niha heman mijar ji bo PDK jî hêdî hêdî derdikeve li ser zemîn; ji ber ku Nêçîrvan û Mesrûr îro di 14mîn kongireya Partî de wek cîgirê yekem û duyem hatin qebûl kirin. 

Ji hêla hemû Kurdan ve tê zanîn ku Partî ji mêj ve hizbeke yekgirt e û dubendî qebûl nake. 

Lê hêjayê bi bîranînê ye ku piştî mirina ne diyar a Îdrîs Barzanî serokatiya Partî di destê Mesûd Barzanî de ye û heta îro jî serokatî nehatiye guhertin.

Rastî ezmûneke mezin û mêjûyî aniha pêşiya Partî ye; gelo dê siberoj bide nîşanê me ka dê Partî bikaribe wekî berê yegirtî be an jî wê wekî rikebirê xwe yê Yekîtî ber bi lawazbûnê ve biçe û kurmamek a din têk bibe...

#PDK

Yorumlar