Serpêhatiya Hostaya Kişikê: The Queen’s Gambit



Nivîs: Qesîm Etmanekî

Şikarim (Qelems) - The Queen’s Gambit, rêzefîlmeke platforma dijîtal a Netflixê ye, di 23yê Cotmeha 2020an de hatiye weşandin. 
Rola sereke ya rêzefîlmê ji aliyê aktrîs Anya Taylor-Joyê ve hatiye lîstin. Ev rêzefîlm, behsa serpêhatiya jiyana hostayeke kişikê(şetrenc) dike. 

Rêzefîlm, di beşa xwe ya yekem de, wek bûyereke flashbackî dest pê dike û em dikarin bibêjin ku rêzefîlm li ser vê xetê heta dawiyê diherike. 
 
The Queen’s Gambit, ji romana nivîskar Walter Tevisê bi heman navê hatiye wergirtin û ji aliyê Scott Frankî û Allan Scotî ve wek rêzefîlmeke kurt hatiye amadekirin. 

Jiyaneke Tevlîhev

Rêzefîlm, bi giştî behsa serpêhatiya jiyana Elizabeth Harmonê dike. Elizabeth Harmonê, dixwazê di cihanê de bibe hostaya herî baş ya kişikê. Belê, Harmonê şarezaya kişikê ye, ji 8 saliya xwe ve ew ve şarezayî li cem xwe dihese, lê jiyana wê piçekî tevlihev e; ew sêwîyek e, jiyana wê di sêwîxaneyê de dibore, heta ku malbetek wê ji wir derdixe, çend salên wê wisa dibihurin. Em dikarin bibêjin ku ev jiyana sêwîxaneyê heta dawiya jiyana wê bandoreke mezin lê dike. Belê, me got jiyana wê piçekî tevlihev e, çinkû ew nikare xwe li ber vexwarina araqê, kişandina cixareyê û hebên ku meriv dixe nav aramiyê, bigre. Yanî li cem karekterê me oto-kontrol nîn e. 


Herwiha di rêzefîlmê de, derhêner li ser mijara derûnînasiya Elizabeth Harmonê bi hûrbînî sekiniye û di gelek beşê rêzefîlmê de, li ser vê mijarê şixuliye û em dikarin bibêjin ku ew li ser vê mijarê heta dawiya rêzefîlmê jî meşiyaye.


Armanc Hostatiya Herî Sereke ye!

Rêzefîlm, di navbera salên 1950 û 1960an de diqewime. Em dizanin ku ew sal, salên Şerê Sar e, ku di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û Yekîtiya Komarên Sovyet ên Sosyalîst (YKSS) de, qewimî ye. Ji xwe temaşevan cara ku vê rêzefîlmê temaşe bike, dê bibîne ku derhêner bi hişmendî vê babetê di nav beşên rêzefîlmê de, daye nîşan. Yek ji armancên herî sereke yê Elizabeth Harmonê jî ew e ku kişikbazê herî baş yê YKKSyê û yê dinyayê têk bibe û bibe hostaya herî baş ya kişikê.

Herwiha em dikarin di vê rêzefîlmê de nîqaşên li ser babetên sîstemên kapîtalîst û sosyalîst, an jî takekesî û girseyê bi rihetî bibînin û li gor hişmendiya xwe vana şîrove bikin. 

 Di 28 Rojan de 62 Milyon Temaşekirin

Ji aliyê hesabên fermî yên Netflixê ve hat ragihandin ku rêzefîlma The Queen’s Gambit bi giştî li dinyayê di 28 rojan de zêdetirî 62 milyon kesan ve hatiye temaşekirin. Li gor ku ew dibêjin, ev rêje ji bo wan rekoreke nû ye û wisa radigihînin; “62 milyon malbat/mal di 28 rojên berê de, rêzefîlma The Queen’s Gambitê hilbijêrt, û ev wê bir senaryoya sînorkirî a herî mezin ya Netflixê.” 

Bi nêrîna min rêzefîlma The Queen’s Gambitê hêjayî temaşekirinê ye. Belê, piranî xîtabê hezkiriyên kişikê dike, lê rêjeyên ku hatine ragihandin nîşanî me dide ku bi giştî temaşevanan dixe bin bandora xwe.

Çavkanî: Netflix

Weşan

Kurd Kavê sempozyuma zimanê Kurdî saz kir

Teşekkur keno an jî Teşekkur dikim

TUYAP ji bo saziyên Kurdî çawa derbas bû?

Nûbiharê cihê xwe yê nû vekir

Wêne, bixwe re hin çîrokan tînin pêşberî me