Lêgerîna Zozan Uzun bi dengê Ciwan Haco hat bihîstin
Nivîs: Qesîm Etmanekî
Stenbol (Qelems) - Di van rojên dawiyê de, hunermendê navdar Ciwan Haco bi single-eke nû xwe ji guhdar û şopînerên xwe re hisand.
Navê single-a nû ya Ciwan Haco "Lêgerîn" e û bi sponsoriya Red Music Digitalê li ser hemû platformên dijîtalê hatiye belavkirin.
Hêjayî gotinê ye ku ez dixwazim li vir behsa wê bikim, helbesta di single-ê de hatiye gotin e ku ji hêla Zozan Uzun ve hatiye nivîsîn.
Belkî hûn Zozan Uzun nas nakin, ji ber vê ez dixwazim bi kurtî be jî behsa wê bikim;
Zozan Uzun hevjîn û dotmama nivîskarê gewre yê wêjeya Kurdî ya modern Mehmed Uzun e. Her wiha ew keça welatperwer û parêzer Necmettîn Buyukkaya ye. Uzun, li Siwêregê hatiye dinê û aniha jî bi herdu zarokên xwe ve li Swêdê dijî.
"Min Dilek Nas Kir"
Ji duh ve belkî min bi dehan caran vê single-a nû guhdarî kiriye. Her peyv, her rêzikên ku hatine nivîsîn di her guhdarîkirinekê nû de, bi wateyekê xwe yê dî li cem min hestên curbecur peyda kirin.
Dikarim bibêjim ku Zozan Uzun piştî derbasbûna ewqas salên li ser mirina Mehmed Uzun, hêj jî wî jibîr nekiriye û ew her di nav lêgerînekê de dixwaze wî bigere û dîsa bibîne...
Bo ku baştir werim fêm kirin min xwest helbesta di single-ê de ku ji hêla Ciwan Haco ve bi aweyekî serkeftî hatiye gotin li vir jî binivîsînim;
Min dilek nas kir,
ji dilê wî yê zarok
hez kir.
Bi hestên dilê wî ez çûm kûrahiya bûhişta zaroktiya xwe.
Di bedewiya
çavên wî de,
min dergûşa bihûşta zaroktiya xwe dît.
Kî yî tu?
xwediyê bihûşta dilê min yê lerizî?
qefesa li ber deriyê dilê min ê dorpêçayî?
Ewqas sal derbas bûn
di nav lêgerînê de,
li dilê te yê zarok digeriyam,
li dergûşa bihûşta dilê zaroktiya xwe digeriyam.
Min bixe nava qefesa li ber dilê xwe,
tu jî bibe
lêgerîna qefesa li ber deriyê dilê min.
~ Zozan Uzun
* * *
14 sal çêbû ku Mehmed Uzun ji nav me bar kiriye. Lê ez dîsa qanî bûm ku ew hêj jî zindî ye; di nav me de ye, car caran bi riya pirtûkên xwe, car caran jî bi riya Lêgerîna dotmama xwe zîndî bûna xwe diparêze.
Bîranîneke Zozan Uzun
Zozan Uzun di hevpeyvînekê xwe yê bo çapemeniyê de qala zewaca xwe ya bi Mehmed Uzun re dike û wê pêvajoyê wisa pênase dike;
"Mehmed bi israr dixwest min qanî bike. Wekî nivîskarekî hestiyar ku hunera mirovî baş dizane wî piştî salek û nîv li ser min jî bandor çêkir.
Bi riya vê lînkê hûn dikarin single-a nû guhdarî bikin; Ciwan Haco - Lêgerîn