Keçika Li Ber Dolabê
Çîrok / Mesele
Ev çîrok/mesele wexteke ku tu kes nizane de, di navbera dayikek û keçika wê de qewimî ye.
Keç:
- Dolabê en enabê keçika bavê w’ ez birçî me li ber dolabê. Dê:
- Hîîîî law, bavê te cot û cobarê xwe hazir kiriye, tê sibê here cot, ji me re genim reşîne.
- Dolabê en enabê keçika bavê w’ ez birçi me li ber dolabê.
- Keça min bavê te çûye îro genimê xwe tov dike.
- Dolabê en enabê keçika bavê w’ ez birçî me li ber dolabê.
- Genim me şîn bûye.
- Dolabê en enabê keçika bavê w’ ez birçî me li ber dolabê.
- Keça min genimê me ketiye weşiya.
- Dolabê en enabê keçika bavê w’ ez birçî me li ber dolabê.
- Law, genim di weşiya de zer bû.
- Dolabê en enabê keçika bavê w’ ez birçî me li ber dolabê.
- Law sebir bike, tê bavê te sibê here genim bidrû.
- Dolabê en enabê keçika bavê w’ ez birçî me li ber dolabê.
- Law bavê te genim dirût, beyder kir.
- Dolabê en enabê keçika bave w’ ez birçî me li ber dolabê.
- Law bavê te genim bir aşê.
- Dolabê en enabê keçika bavê w’ ez birçî me li ber dolabê.
- Law sebir bike, bavê te ji aşê hat.
- Dolabê en enabê keçika bavê w’ ez birçî me li ber dolabê.
- Law sebir bike, tê diya te hevîr bike.
- Dolabê en enabê keçika bavê w’ ez birçî me li ber dolabê.
- Law sebir bike, hevîrê min tirş bûye.
- Dolabê en enabê keçika bavê w’ ez birçî me li ber dolabê.
- Sebir bike law, ava diçim li ber tenûrê, gûrî xistiye tenûrê, ez ê nan pêjim.
- Dolabê en enabê keçika bavê w’ ez birçi me li ber dolabê.
- Law sebir bike, ava diya te hevîrê xwe bir û çû, tê nan tenûrê bixe.
- Dolabê en enabê keçika bavê w’ ez birçî me li ber dolabê.
Diya wê nan tenûrê xist, qûrsikek jî jê re çêkir. Keç:
- Dolabê en enabê keçika bavê w’ ez birçî me li ber dolabê.
Diya wê nanê xwe jî ji tenûrê derxist, qûrsika wê jî kete tenûrê. Keç:
- Dolabê en enabê keçika bavê w’ ez birçî me li ber dolabê.
Heta diya wê nanê xwe da milê xwe hat, êdî keçik ji hewîn ket. Keç:
- Dolabê en enabê keçika bavê w’ ez birçî me li ber dolabê.
Çaxê diya wê derî vekir, fekirî ku keçika wê piya kiriye cot. Keç:
- Dolabê en enabê keçika bavê w’ ez birçî me li ber dolabê.
Heta diya wê nan anî xanî, keçik jî ji hewîn ket, konê xwe bar kir.
Çiroka me çû li nav deriya rihmet li dê û bavê me hemûya.
Çîrokbêj: Gulê Etmanekî (diya min)
Amedekar: Qesîm Etmanekî