Dîsa dest dirêjî kir -li ser pîrozweriya min-

Kurteçîrokên needebî 

Wext, derengê şevê bû; em, hemû gundî li serbanên xwe razayî bûn; dijmin du car hat, du caran bi balafirên xwe re bombe barandin. 

Em, ji nişkê ve xew rabûn; me dît ku çiyayê Qelems bûye wek guleyekê agir, agir her geş dibû û Qelemsa min dida ber xwe. 

-ev dest dirêjiya li ser pîrozweriya min a yekem nebû, wisa xuya ye a dawiyê jî nîn e!

16/09/2020

Weşan

Kurd Kavê sempozyuma zimanê Kurdî saz kir

Teşekkur keno an jî Teşekkur dikim

TUYAP ji bo saziyên Kurdî çawa derbas bû?

Nûbiharê cihê xwe yê nû vekir

Wêne, bixwe re hin çîrokan tînin pêşberî me