Foto: Qesîm Etmanekî Komeleya Dema Jinan, di Tîrmeha sala 2020an de, li bajarê Stenbolê bi armanca ji holê rakirina her cure cihêkariyên li hember jinan û ji bo hemû qadên civakê de, tevkariya bihêzkirina jinan hatiye avakirin. Dema Jinan di qadên civakî, aborî û çandî de, ji bo bihêzkirina rola jinan, ji bo ku bêhtir bên dîtin û ji derfetan wekhev sûd wergirin çalakî û kargehên cur bi cur li dar dixe. Dema Jinan di podcasteke de armancên xwe wisa destnîşan kiriye; Tevkarî û piştgiriya Peymana Stenbolê, têkoşîna li hember hemû cureyên tundiyê, xebatê ji bo pêkanîna wekheviya zayenda civakî, di warê civakî û aborî de, piştgiriyên ji bo bihêzkirina jinan, di hemû qadên jiyanê de, zêdekirina dîtina keda jinan armancên me ne. Her di vê babetê de me bi endama Komeleya Dema Jinan Bêrîvan Saruhanê re, derbarê kar û barên wan ên komelgehî, xebatên qada sivîl û tunditîjiya li hember jinan tên kirin, axivîn. Dema Jinan lêpirsînên Kurdî werdigire Navenda şêwirmendî û piştgir...