Mekanên kurdî li Stenbolê
Foto: Îctihad Evî, Qesîm Etmanekî.
—
Ger hûn nikarin bi xwe re bibin, wê demê çi feydeya kok û rehên we heye?
Flanöz: Şehirde Yürüyen Kadınlar, Gertrude Stein
***
Ji dîroka mirovahiyê ve têkiliya însan û mekanan xaleka taybet ya vê jiyanê bûye. Însanan hewl dane mekanên ku lê dijî li gorî taybetmendiyên xwe (çand û kevneşopî) kirasekî lê bikin û biguherînin. Însan çiqas ji kok û rehên xwe dûr bikevin jî ew daxwaz û arezûya ‘kirasekî ji xwe’ her bi wan re bûye.
Ez ê di vê nivîsarê de behsa hin mekanên Kurdî yên li Stenbolê bikim û li ser du navçe û bajarokan, Fatih û Beyoğluyê hûr bibim.
Konstantinopolis an jî bi navê xwe yê îro Stenbol (İstanbul) di dîroka cîhanê de yek ji bajarên herî navdar û giring bûye. Daneyên berdest bi me didin zanîn ku ev bajar, Stenbol, teqrîben 600 sal e mazûvaniya kurdan dike.
Helbet hatina Kurdan bo Stenbolê pirî caran ne bi dilê wan bûye; di serî de wekî hevkarên împaratoriya Osmanî ji bo dagirkirinê, ber bi sûrên Konstantinopolisê ve hatine û di zeftkirina bajêr de rola xwe gêrrane.
Lê pirî caran sedema hatina Kurdan a vî bajarî şer bûne, ew şerên ku li ser erdnîgariya wan qewimîne. Împaratoriya Osmanî wextê ji qewet ketiye û ew hêza xwe ya sedsalên 15 û 16an ji dest daye, xwestiye hikimraniyê li tevgerên serxwebûnxwaz ên kêmîneyan bike û wan kontrol bike û serkirdeyên van kêmîneyan bi tevî malbata wan li paytexta xwe zeft bike. Ev polîtîkaya Osmanîyan rê li ber vekiriye ku gelek malbatên mezin ên kurdan bi darê zorê biçine Stenbolê û li vir bi cih bibin. Di destpêka sedsala 20an de, li Stenbolê, li paytexta Osmanîyan her ku diçe nifûsa kurdan zêdetir dibe û nifşên nû yên xwenda di nav bûrokrasiya dewletê de berçavtir dibin.
Bicihbûna kurdan li Tarihi Yarımadayê (Girava Dîrokî)
Haya vê nifşa xwenda helbet ji dinyayê hebû û li gor wê konjonktûrê dixwestin ji bo miletê xwe bixebitin. Her di vê babetê de, kurdên li Stenbolê hewl dan ji bo avakirina komele û saziyên kurdî. Bo nimûne Kürt Talebe Hêvî Cemiyeti, Kürdistan Teali Cemiyeti û Kürd Kadınları Teâli Cemiyeti ji hindek wan sazî û dezgahên kurdan in ku bo armancên siyasî hatine avakirin.
Tabelaya weşanxaneya Nûbiharê, Fatih 2021.
Dema ku em bala xwe didin cihê ku ev sazî ava bûne, ev avahî nîşanî me didin ku li gorî konjonktûrê di nav sînorên Tarihi Yarımadayê de, nexasim jî li Fatihê ava bûne. Ev cihê stratejîk hêj jî ji bo Kurdan giring e û aniha jî gelek weşanxane (Nûbihar, Vate û Hîvda), saziyên fikrî û perwerdehiyê (Komeleya Lêkolînên Kurdî û Raman Center), komeleyên hemwelatiyên bajarî yên Kurdistanê (Komleyên Farqînî û Dêrîkiyan) û gelek cihên xwarin û fiorşgehên Kurdî li wir in.
Her wiha du saziyên taybet jî hene ku divê em di vê nîvîsê de navê wan jî bilêv bikin; Dicle Talebe Yurdu (1939) û Firat Talebe Yurdu (1942) ku ji hêla Apê Mûsa û hin hevalên wî ve hatine avakirin, ji bo xwendekarên kurd li Stenbolê bûne stargehên Kurdî û li wan xewgehan/mekanan hest bi kurdbûna xwe kirine.
Hatina kurdan bo Beyoğluyê
Ji salên 90î ve girseyên kurdan li Stenbolê berbiçavtir bûne û bivê nevê ev diyarde bandor di avakirina mekanên nû de jî xaleke giring bûye. Di vê serdema aniha de jî em dibînin ku beşeke mezin a saziyên kurdî li Beyoğluyê, nexasim jî qezaya ya wê a Taksîmê ava bûne. Weşanxaneya Avesta, saziya Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM), pirtûkxaneya Medya, Weqfên Îsmaîl Beşîkcî(WÎB) û Kurd-Kav li Beyoğluyê ne.
Rêzegotûbêjên Avestayê li terasa Weqfa Îsmaîl Beşîkcî 2022.
Heta em dikarin wisa bibêjin ku ev salên dawî eleqeya kurdên Stenbolê ji Fatihê ber bi Beyoğluyê ve hatiye û girseyên kurd zêdetir li vê hêlê çalakî û karên xwe yê çandî bi rê ve dibin. Bo nimûne her meh herî kêm carekê li Pirtûkxaneya Medyayê roja îmzeyê ji bo nivîskarên kurd çêdibe, li Weqfa İsmail Beşikci (WİB) semîner, pêşangeh û panel tên organîzekirin û li NÇMê jî çalakiyên cur be cur ji bo ku girseyên ciwanan li hev kom bikin, tên saz kirin.
Herwiha li Beyoğluyê kafe û barên kurdî jî van salên dawî vebûne. Cihekî wek Nînova Cafe her meh hewl dide bi stranbêjên ciwan re konstertên zindî pêk bîne. Ji xeynî van mekanên ku me behsa wan kirin, hêj gelek cihên din hene ku kar û barên kurdî re mijûl in.
Kurd bi girseyên ku bi milyonan tên hesibandin aniha li Stenbolê dijîn, her ku diçe jî têkîliya wan a bi vî bajarî xurtir û bêhtir pêşve diçe; mekanên kurdî zêdetir dibin, aîdiyeteke nû çêdibe û kurd li vî bajarî wekî warekî nû ji bo xwe dibînin/dihesibînin.
Têbînî û çavkanî:
* Lêkoler Rohat Alakom di berhema xwe ya bi navê Eski İstanbul Kürtleri de behsa vê malê dike ya ku Abdullah Cevdet sala 1910an ava kiriye û wisa bi me dide zanîn ku rewşenbîrên kurd ên wê serdemê li wê malê hevdu didîtin.
Rohat Alakom, Eski İstanbul Kürtleri, Avesta, İstanbul 2017.
Hatice Kamer, Reşê: Kızının Gözünden Musa Anter, İletişim, İstanbul 2022.
***
Jêrenot: Ev nûçeya min yekem car (27/07/2023) di malpera Botan Timesê de hatibû belavkirin.
Yorumlar