Maşallah Dekak: Medyaya cîhanî bi profesyonelî patronên xwe vedişêre, lê ya kurdî bi serbilindî qala patronên xwe dike
“Hawar, derbeke “Xencera Celadet Alî Bedîrxan” e ku li cehalet û nezaniya kurdan daye. Hawar bîra kelepûr û zargotina kurdî ye ku ji pêşiyên me Şanedarê heta roja me ya îro aniye.”
Maşallah Dekak
***
Hevpeyvîn - Rojnamegeriya kurdî berê xwe daye sala 127an. Yekem rojnameya kurdî, Rojnameya Kurdistanê ji aliyê Mîqdad Mîthat Bedirxan ve hat çapkirin, ji wê roja ewil heta niha gelek rojname, kovar, TV û malper hene ku karê rojnamegeriyê kirine û hêj jî dikin.
Dema em bala xwe didin patronajiya van, em dibînin ku piraniya rêvebirên van cureyên medyaya kurdî ji malbatên arîstokrat, elîtên xwenda û endamên rêxistinên partiyên kurdî ne. Berjewendiyên wan ên piralî rê nedaye wê yekê ku medyaya kurdî di asta cîhanî de ji xwe re cihekî ava bike û derkeve qonaxeke bala.
Di vê hevpeyvînê de me hewil da kurt-panaromeyeka 127 salan a medyaya kurdî ji devê rojnameger Maşallah Dekakî bibîhizin.
PIŞTGIRÊN ROJNAMEYA KURDISTANÊ JI ÎTTIHADA OSMANÎ BÛN
Ji avabûna yekem rojnameya kurdî ya bi navê Kurdistanê, ev nêzî 127 sal in rojnamegerên kurd vê rojê pîroz dikin. Dema ku em bala xwe didin wan salên destpêkê, em dibînin ku rojnameyên wê demê yên kurdan bi destê endamên malbatên arîstokrat (elît) dihatin derxistin. Ev yek heya nêzî salên 1950yan dewam dike. Tu wê heyama destpêkê ya rojnamegeriya kurdî çawa dinirxînî?
Ez ne di wê baweriyê de me ku rojnamevaniya kurdî ya wê demê li derveyî medyaya patronajê be. Lê patronaja îro û ya wê demê helbet hinek ji hev cudatir e. Divê em ji bîr nekin ku rojnameya Kurdistanê ji çapxaneya Cemiyeta Qenciya Misilmanan derdikeve. Jixwe bi awayekî zelal û eşkere li ser rojnameyê navê vê çapxaneyê heye. Ev tê wê wateyê ku rojname ji aliyê komekê ve, grûbekê ve yan jî cemiyetekê ve tê handan û piştgiriya wê tê kirin. Dîsa herçiqas rojnameya Kurdistanê weke ku ji aliyê Mîqdat Mîthat Bedirxan ve hatibe derxistin xuya bike jî, di rastiya xwe de endam û berpirsyarên Îttihada Osmanî piştgiriya wê rojnameyê dikin. Doktor Îshak Sikûtî û Doktor Evdila Cewdet li pişt wê rojnameyê hene. Ew jî berpirsên Îttihadê ne. Paşê ev berpirsên kurd ên îtihadê têne tasfiyekirin, Mustafa Kemal û çend hevalên xwe îcar navê vê îttihadê dikin Îttihat û Terrakî. Her çiqas ev rojname bi navê “Kurdistan”ê hatibe weşandin jî dema em berê xwe didin nûçe, gotar û nivîsên rojnameyê em fêm dikin ku tu derdekî polîtîkaya wê rojnameyê ya daxwaza statûyeke kurdan tuneye. Wê demê tenê daxwaza hin guherînan dike ku ev guherîn jî herî zêde bipêşxistina demokrasiyeke navxweyî ya Osmanî ye. Helbet di serî de Mîqdat Mîthad Bedirxan, gelek kesên ku piştgiriya derxistina wê rojnameyê dikirin ji malbatên naskirî dihatin û ew bi xwe jî xwende bûn. Hinek ji wan ji malbatên mîrekan bû û li qesrên osmaniyan hatibûn dinyayê. Ne tenê rojnameya Kurdistanê, kovarên weke Rojî Kurd jî wisa bûn. Ev kovar di 1913yan de li Stenbolê li paytexta Osmaniyan derdiket. Çend hejmarên pêşî ji aliyê kurdekî Silêmaniyê ve hate derxistin. Navê wî kesî Evdilkerîm bû û li Herbiyeyê dixwend. Paşê ev kovar ji aliyê Evdilezîz Baban ve hate derxistin. Ew bi xwe jî ji malbateke naskirî bû, ji Babanan bû. Ev kovar di heman demê de weşana Cemiyeta Hêvî bû. Kurdan xwe bi riya vê kovara kurdî û tirkî birêxistin dikir. Gelek kovar û rojnameyên destpêkê wiha ne. Piştî ku ev kovar hate girtin, di şûna wê de Hetawî Kurd derket. Her kovar an jî rojnameyek çirûskek pêxist û kulekek di tarîtiyê de vekir. Ev kulek bi demê re bû şibakeyeke hemdem a rewşenbîriyê û heta roja îro hat. Piraniya kesên ku wê demê ji pênûsa wan hibir diniqûtî zarokên maldaran bûn. Jixwe wê demê xwendin bi destê hejaran nediket. Zarokên maldaran û navdaran encax dikaribûn bixwendana. Ji ber vê yekê kurdên ku rojnamevanî dikirin jî ew kes bûn ku maldar bûn û ji malbatên navdar bûn. Şert û mercên wê demê û yên niha mirov nikare bide ber hev. Niha zarokê malbatekî pir hejar jî dikare bixwîne, zanîngehê qezenc bike û ji aliyê rewşenbîrî ve xwe perwerde bike.
HAWAR ASTA HERÎ BILIND A REWŞENBÎRIYA KURDÎ YE
Hin otorîteyên medyaya kurdî iddîa dikin ku asta kalîteya elîtên ku rojname û kovarên heya salên 1950yan derdixistin, li gorî kalîteya îro bilintir e û asoya wan jî pêşdetir e. Û herwiha tê gotin ku afirînerî û şêweyê rojnamegerên berê li gor serdema me baştir e. Tu li gel vê yekê yî an?
Mebesta te ya kalîteyê ger asta rewşenbîrî ya xwedî û berpirsyarên wan rojnameyan be, ev nîqaşeke din e. Divê mirov lêkolîneke baş li ser bike. Lê tu zanyarî û agahiyeke wisa li ber destê min nîn e ku asta wan kesan ji yên îro gelek bi pêşdetir bin. Lê ger mebesta te naveroka wan rojnameyan be, dikarim bi zelalî bibêjim nexêr. Rojnameyên wê demê jî tenê aydê komikekê, grûbekê û tevgerekê bûne. Rojnamevaniya piştî 1925an heta salên 90î bi tirkî hatiye kirin. Herçiqas di wan rojnameyan de –em bêjin kovar baştir e– carna cih dabin gotarên kurdî jî zimanê wan ê sereke tirkî bûye. Helbet qanûn û yasayên wê demê rê nedane ku ew kovar bi temamî bi kurdî derkevin lê kurdan bi awayekî deryasayî jî hewl nedane ku rojname an jî kovareke xwerû bi kurdî derxin. Jixwe rojname û kovarên wê demê ji ber nexwendewariya kurdan ewqas bi bandor jî nebûne. Dikarim bêjim wan deman helbestên seydayê Cegerxwîn ji wan kovaran gelek bi bandortir bûye. Mebesta min a bi bandortir, di aliyê hestên neteweyî de ye. Ew helbest hem zêdetir belav bûne û hem jî cihê xwe girtine. Çimkî xwendewarên wê demê piranî mela ne û li medreseyan dersên olî dibînin lê wê demê medrese jî li ser hişmendî û baweriya kurdî bûne. Li gelek medreseyên welatê me helbestên neteweyî yên Cegerxwîn hatibûn jiberkirin. Hest û ramanên neteweyî ji wan kovaran zêdetir bi riya wan helbestan di nava civakê de şax vedida. Ev nayê wê wateyê ku qet bandora wan kovaran nebûye, helbet hebûye. Lê bandora wan kovaran zêdetir li ser beşek ji wan kurdên ku zanîngeh dixwendin, kiriye. Li ser civakê bi xwe ewqas bi bandor nebûye. Dema ez qala kovargerî û rojnamevaniya salên 1925an dikim ez qala Bakur dikim. Helbet ger em qala kurdên li Rojava û Sûriyê bikin, rola Hawarê û Ronahiyê mirov qet nikare bi rojnameyên kurdan ên li Stenbol an jî bajarekî din re bide ber hev. Ji ber ku Hawar asta herî bilind a rewşenbîriya kurdî ye. Hawar, derbeke “Xencera Celadet Alî Bedîrxan” e ku li cehalet û nezaniya kurdan daye. Hawar bîra kelepûr û zargotina kurdî ye ku ji pêşiyên me Şanedarê heta roja me ya îro aniye. Hawar berhevkirin, senifandin û belavkirin û tomarkirina kelepûra kurdî ye ku ji pêşiyên me weke gencîneyeke bêhempa ji me re maye. Ronahî jî helbet di aliyê awa, şêwaz, pêşkêşkirin û hûnandina nûçevaniya kurdî de destpêka dîroka medyaya kurdî ye. Herçiqas nûçeyên wê yên wergerê jî hebûne, wergera wan nûçeyên di Ronahiyê de, ji îro gelek serkeftîtir bûye. Ger kesek îro dest bi rojnamevaniya kurdî bike, yan dixwaze di qada wergera nûçeyan de kar bike, muheqeq divê Ronahiyê bixwîne. Di ronahiyê de têgehên nû ketine nava rojnamevaniya kurdî. Nexasim jî dema qala keştiyan û amûrên şer ên li ser deryayê dike.
KURDAN TEQLÎDA SERDESTÊN XWE KIRIYE, BI VÎ AWAYÎ ROJNAMEVANÎ KIRIYE
Piştî salên 1950-60î taybet li Bakur ciwanên kurd ji bo xwendinê berê xwe didin bajarên metropol yên Tirkiyeyê. Destpêkê em dibînin ku ev xwendekar bi rêya komaleyan bi rêxistin dibin û her ku diçe bi avabûna partiyên legal û îllegal jî kovar derdixin. Dema em bala xwe didin naverokên kovarên wê demê tesîra çepgiriyê bi rihetî tê dîtin. Tu wê heyamê çawa dinirxînî ku heya Derbeya 12ê Îlonê dikêşe?
Her rojname an jî kovarek ku ji aliyê kom, tevger an partî yan jî komeleyeke kurdan ve hatibe derxistin, naveroka wê jî li gorî atmosfera wê demê bûye. Ji ber ku bayê sosyalîzma Sovyetê li Rojhilata Navîn belav dibe, ev yek bandora xwe li ser kurdan jî dike. Em dikarin di gotar, nivîs û ramanên pêşengên wê demê de jî bandora wê sosyalîzmê bi hêsanî bibînin. Ew sosyalîzma ku li Tirkiyeyê û li bajarên kurdan di nava tirk û kurdan de belav dibû, li sovyetê Ereb Şemo û gelek rewşenbîrên kurd nefî dikir. Ew sosyalîzma ku di nava kurdên welatê me de dibû dirûşm û di mitîngan de weke dowîz û pankart bilind dibû, li Rojhilat li Mahabadê Komara Kurdistanê ji holê rakiribû û demek Riya Teze jî girtibû ku yekemîn rojnameya kurdî ya kurdên Kurdistana Sor bû. Bi kurt û kurmancî kurdan di wan deman de jî ku tu qal dikî, teqlîda serdestên xwe kirine û bi vî awayî rojnamevanî kirine. Helbet ez nikarim bi awayeke giştî bêjim hemû nivîs û gotar û naverok wisa bûne lê piranî mixabin bi wî awayî bûne. Yên ku li ser esl û asasê kurdewariyê bûne jî ewqas bi bandor nebûne. Divê em ji bîr nekin ku rojnamevaniya îro ya ku kurd dikin li ser koka rojên wê demê şîn bûye û mezin bûye. Lê ger em bidin ber hev, dikarim bi hêsanî û bi dilekî rihet bibêjim ku rojnamevaniya kurdî ya îro ji ya wê demê baştir e.
MED TV JI GELEK QENALÊN ÎRO PÊŞKETÎTIR E
Piştî 12ê Îlonê dîsa li Bakur, Medya Güneşi (pêşî wek kovar dure jî wek rojname derdikeve) Rojname û Azadiya Welat dest bi weşanê dikin. Û piştre jî qenalên televîzyonê bi kurdî Med TV, Kurdistan TV û Kurdsat ava dibin. Ev proses heya salên 2000î dewam dike. Dema ku em naverok û şêweya van rojname û televîzyonan dinêrin, dibînin ku ev organên medyayê bi girêdayî partiyên kurdî ne û tişta ku naveroka weşana wan jî diyar dike îdeolojiya partiyan e. Gelo vê yekê çiqas rê daye ku ev dezgehên medyayê karê xwe yên rojnamegeriyê bi profesyonelî pêk bînin?
Bêguman em divê bi awayeke erênî qala Med TV, Kurdistan TV û Kurdsatê bikin. Ji ber ku ev her sê qenal yekemîn qenalên medyaya dîtbarî ya kurdî ne û bi serê xwe destpêka dîrokekê ne. Lê ger em bi îro re bidin ber hev, dikarim bi dilekî rihet bibêjim ku Med TV ji gelek qenalên îro yên wê xetê pêşketîtir bû. Me wê demê di Med TVyê de dikaribû bi hêsanî Ocalan, Burkay, parlamenterekî YNKê û siyasetmedarekî cuda di bernameyeke nîqaşê de temaşe bikira. Lê îro em nikarin di wan qenalên li ser wê xetê fikr û ramanên cuda bibînin. Bes ji bo Herêma Federal a Kurdistanê em dikarin qala pêşketinên gelek baş bikin. Niha li Başûr di serî de Tora Medyayî ya Rûdawê, hin qenalên televîzyonê hene ku piralî ne û her ramanek dikare di wan qenalan de bi awayekî azad xwe bibîne. Digel hemû kêmasiyan jî medyaya Başûr ji hemû perçeyên din gelek pêşketîtir e. Hem di aliyê naverokê û hem jî di aliyê teknîkî de.
MEDYAYA PATRONAJÊ DI NAVA KURDAN DE BELOQTIR E
Em dibînin ku ew kesên medyaya kurdî bi rêve dibin zêde neguherîn. Dîsa medyaya kurdî -ji bilî çend nimûneyan- di bin hêza servîsên medyayên cîhanî, tevgerên îslamî û partiyên sereke yên kurdan de ye? Bi nêrîna te ev meseleya patronajiyê dê rojekî biguhere yan wê wekî xwe bimîne?
Medyaya patronajê di esasê xwe de li hemû welatên cîhanê heye. Lê di nava kurdan de ev yek beloqtir e. Medyaya cîhana hemdem patronên xwe bi awayeke profesyonelî vedişêrin lê medyaya kurdî bi serbilindî qala patronên xwe dike. Ev yek jî hinekî asta medyaya kurdan û ya cîhana hemdem radixe ber çavan. Lê di nava kurdan de hindik jî be nimûneyên pir baş hene ku niha ji bo medyaya cîhanê bûne çavkaniyeke sereke. Ne ku ez nûnerê Rûdawê me û pesnê Rûdawê didim. Bi rastî jî niha Rûdaw li ser asta cîhanê bûye çavkaniyeke sereke. Rûdaw yekemîn medyaya kurdî ye ku niha di nava ENEXê (European News Exchange) de cih digre.
—
Hevpeyvîn bi tevahî ji fikr û ramanên rojnameger pêk tê. Berpirsiyarî ne ya UKê ye.
Yorumlar