Siberoja Kurdên Rojava ber bi ku ve diçe?

Fotograf: Koçberên kurdên Helebê, Delil Souleiman, AFP.

Di 8ê Kanûna Paşîn a 2024an de li Sûriyeyê malbata Esed ji Şamê derket û partiya Baasê piştî 61 salan têk çû. Ev roja dîrokî li tevahiya Sûriyeyê bû çirûskeke nû ji bo hemû hemwelatiyên wî welatî.

Piştî vê roja dîrokî, Heye’tul Tehrîr el-Şama (HTŞ) ku bajarê Îdlibê û derûdora wî kontrol dikir, ket Şama paytext û ji wî rojê ve ye hikûmetê bi rê ve dibe. Herwiha beşeke zêde ya axa Sûriyeyê jî di bin kontrola wê hêza çekdarî de ye ku aniha xwedanê dam û dezgehên gelek parêzgehên wî welatî ye.

Hêza nû ya ku li Şamê bi cih bûye, bi dewletên derûdora xwe û cihanî re hewl dide têkileyeke dîplomatîk çêbike. Wezîrên gelek welatan di vê heyamê de seredana Şamê kirin û bi serokê leşkerî yê HTŞê Ahmed El Şara re civiyan, ev civîn berdewam dikin.

Herwiha di asta cîhanî de li Romayê û di asta herêmî de jî li Riyadê derbarê dahatuya Sûriyeyê de du civînên girîng pêk hatin.

Digel van geşedanan li Rojavayê Kurdistanê, aliyên kurdî hewl didin bi heyeteke hevbeş berê xwe bidin Şamê. Ji bo tifaqa navmala kurdî jî kesayetên mîna serokê PDKê Mesud Barzanî û alimê navdar Şêx Murşid Xeznewî bi hewla yekîtiyê aliyan re civiyan.

Di vê heyamê de li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê, Mesud Barzanî û serokê HSDê Mezlum Ebdî civiyan. Ev civîn li hemû beşên Kurdistanê bi erênî hat pêşwazîkirin û ji bo dahatuya Rojava wek pêngaveke dîrokî hat dîtin.

Lê heya hazirkirina vê roportajê jî di navbera her du hêzên kurdî ENKS û PYNKê de ji bo diyarkirina nexşeriyekê, lihevhatinek pêk nehatiye.

Derbarê vê mijarê de yek ji pisporên vê qadê û berpirsê Raman Centerê lêkolîner Bedir Mele Reşîd nêrînên xwe bi me re parve kirin.

“LI CEM XELKÊ SÛRÎ NEQBÛLKIRINEK JI PYDÊ RE ÇÊBUYE”

Destpêka axaftina xwe de Reşîd got ku hêzên kurdî ji ber sedemên bingehîn nikarin li hev bikin û ev yek wisa anî ziman: “Ji ber gelek cudahiyên bingehîn lihevkirina her du aliyan çênabe. Yek ji van sedeman jî ev rêvebertî ye ku bi ser PYDê ve çêbûye, despêkê de xwe wisa nîşan dabû wekî ku xeta sêyemîn e; ‘ne aliyê rejîmê me ne jî aliyê muxalefetê me.’ Demekî xwe aliyê rejîma Sûriyeyê ve dikir. A dudoya ENKSyî bêhtir nêzî muxalefeta Sûriyeyê bûn, ji ber wilo di dema 13 salan de li cem xelkê Sûrî neqebûlkirinek ji PYDê re çêbû. Û îro roja ku rejîm di demekê gelekî kin de hat rûxandin, balans û îdeolojiya ku PYDê van salan de xwe serî ava kiribû, tev hat hilweşandin. Aliyê dî ve jî siyaseta di van salên dawî de PYDê kiribû zirarek nehênî da çavê miletê Sûrî ê dijî Esed de. Ji ber wilo ENKSê ji PYDê re dibêje, ‘divê tu gelek tiştê xwe vegere, xwe bişo, heya ez û te karibin bi hevre gavine hevbeş bavêjin û herin Şamê. Rêka sereke jî divê meseleya te bi hêzên ser bi PKKê re zelal be, a dudoya ger em bi hevre nûnertiyê bikin, em ê li Şamê ser çi nûnertiya kurdan bikin; ser xweseriyek demoqrat e, ser îdariya ne-navendî ye û hwd.’ Ji ber wilo heya aniha Mezlum Ebdî tenê giyaye asta ku kadroyên PKKê li vir henin (li Rojava) û divê bên çareserkirin lê negiyaye asta ku temam em ê vê yekê çareser bikin. Wextê ev tiştê han jî neyên zelalkirin û proseseke demkî neyê diyarkirin Şam jî nikare bi wan re rûnê.”

“MEZLUM EBDÎ GARANTOREKÎ DIXWAZE”

Her di vê babeta yekxistina navmala kurdî ya li Sûriyeyê de, lêkolîner Reşîd civîna Mesud Barzanî û Mezlum Ebdî ya li Hewlêrê girîng dibîne û dibêje Ebdî ji bo garantoriyê dixwaze Barzanî rolekê bilîze:

“Hewldanên Serok Mesud hewildanên pir hêja ne, ji 2012an de ve xwestiye yekrêziyek li wir çêbibe. Hewlêr 1, Hewlêr 2, Duhok 1, her di vê meseleyê de civîna li Selehadînê çêbû û herî dawî jî civîna li gel Mezlum Ebdî çêbû vê yekê nîşan didin. Mezlum Ebdî heya aniha garantorek ji xwe re dixwaze, xuya ye Herêma Kurdistanê bi rola garantoriyê radibe. Mezlum Ebdî îro gavekî ber bi Şamê ve bavêje, hinek ji hêza xwe kêm bike, leşkerên Şamê têkevin herêmê, yê wan bişîne herêmên dî, yanî wî sînorê di navbera her du aliyan de bişkîne ji bo xatirê lihevkirinek çêbibe, wê demê dê bixwaze garantorek jê re çêbibe ku îşek li ser wî neyê kirin, siberojê hêzên serdest wan piştguh nekin, tê xuyakirina aniha Serok Mesud vê garantoriyê dide pêş. Çi dostaniya wî ya li gel Tirkiyeyê be çi mesela pêşmergeyên roj be -belkî roleka wan li wir hebe- û çi jî ew ji Şamê re bidin xuyakirin ku nûnertiya kurdan dikin.”

NÊRÎNA DESTHILATA NÛ YA ŞAMÊ BO KURDAN ÇI YE

Lêkolîner Reşîd nêzikatiya desthilatên Şamê ya li hemberî kurdan bi erênî pêşwazî dike û dide xuyakirin ku Ahmed El Şara û hevreyên wî hewl didin pirsgirêkên di navbera xwe û HSDê de bi rêya danustandinê çareser bikin û nehêlên xwîn birêje:

“Pir pozîtîf nêzî kurdan dibin. Roja ewil ve desthilatên Şamê êrişê kurdan nekirin, mesela li taxên kurda Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê. Hêzên YPG li wir henin. Gelek rexne ji hêla fenomenên ereb û rêxistinên Sûrî ve li wan hatin kirin ku çima êrişê QSDê nekirin, lê heya aniha hewldanên Şamê ew e ku bi danustandinê bigihijin çareseriyê. Ew dibêjin ku heya ji me bê em ê meseleya şer bi paş bixin û pirsgirêkên xwe bi QSDê re diyalogê çareser bikin, -li ser bingeha welatparêziya Sûriyeyê.”

Reşîd, dide zanîn ku derbarê îdarekirina welêt de li Şamê heya aniha tiştekî pir zelal nayê xuyakirin û wisa pê de diçe: “Desthilata Şamê hêja nû ye û hêza xwe hêdî hêdî digre, ev hêza ku xwe hêdî digre heya kengê wilo dewam bike, ne diyar e. Herwiha hêzên QSDê, Artêşa Neteweyî ya Sûrî, hêzên dî li Sûriyeyê henin, dê siberojê de ev hêz çawa bin ne diyar e. Ev yek pir girîng e, dê bandora van li ser nexşeya Sûriyeyê hebe. Û meseleya pêkhateyên Sûriyeyê, cudabûna wan hîna ne zelal e, bes meriv dikare bibêje rengek ji rengê ne-navendiyê li Sûriyeyê dê çêbibe.” 

“PIRANIYA XELKÊ SÛRÎ ÎDAREYAKA NE-NAVENDÎ DIXWAZIN”

Ber bi dawiya roportajê ve Reşîd balê dikşîne ser nêrîna xelkê Sûrî û derbarê mijara îdarekirina welêt de nêrînên pêkhateyên Sûrî wisa şirove dike:

“Gelek dewlet dibêjin em bi nêrîna xelkê Sûrî re ne. Nêrîna xelkê Sûrî bêhtir rengekî ji rêvebertiyeke ne-navendî ya îdarî re ye. Wêneyekî federaliyê têde hebe. Taybetî erebên bajarên mezin ê Sûrî ne têda, bêhtir kurd, durzî û elewî û heta erebên dî yê bajarên ser bi sînoran ve dixwazin îdareya ne-navendiyê çêbibe. Ew naxwazin hemû hêz û pere têkevin hindirê Şamê de -ji ber ku berê gelekî tedehî li wan dihate kirin, naxwazin ew tedehiya han dîsa li wan were kirin. Ji ber wilo tenê pêkhateyên bajarê mezin ên wek Heleb, Hema û Hums bêhtir bi rengê îdareya navendî re ne, bajarên ser bi sînor jî ne bi rengê ne-navedendiyê re ne. Navendiyê wan ji gelek tiştên Sûrî kêm dikir.”

Li gorî pisporan heya aniha jî nayê pêşbînîkirin ka gelo dê dahatuya kurdên Rojava û tevahiya xelkê Sûriyeyê piştî ketina partiya Bees û malbata Esed dê çawa bibe. Lê çarçoveya giştî wisa dide xuyakirin ku dê di siberoja wî welatî de, îdareyeke ku rengek ji rengên ne-naveniyê di nav xwe de dihewîne, pêk were.

Roportaj bi tevahî ji fikr û ramanên rojnameger û şirovekar pêk tê. Berpirsiyarî ne ya UKê ye.

Yorumlar