Çima em bi qirkirinê re rûbirû ne


Di 10ê Kanûna Pêşîn a 2025an de budçeya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ji Meclisa Temsîlkaran derbas bûbû û piştre ji hêla Serok Trump ve hatibû îmze kirin.

Di budçeya parastinê de tişta ku ji bo me kurdan giring e, ew bû, gelo piştgiriya DYAyê dê ji Pêşmerge û HSDê berdewam bike yan na. Dema em li naveroka budçeya dinêrin, li wir tê xuyakirin ku alîkariya ji bo Pêşmergeyê dê berdewam bike û di belgeyê de vê yekê bi navkirina “şirîka ewlehî ya neteweyî” didin diyarkirin. Berovajiya vê di heman belgeyê de ji bo HSDê ev yek nayê gotin, wiha tê nivîsîn: “HSD divê bibe parçeyeke çarçoveya siyasî ya pêşeroja Sûriyeyê.”

Piştî vê min texmîn dikir ku dê li navçeyê, bi taybetî li Rojava, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê guherînên mezin çêbibin. 

Ketina Esed û hatina Colanî

Li Sûriyeyê ketina Esed û têkçûna Tehran û Moskowê bi xwe re yekser guherînên erdî çêkirin; bi hevkariya DYAyê, kevne-DAIŞiyê Colanî ji Idlibê rabû û di çend rojan de li Şamê bû xwediyê Qesra Gel û navê xwe jî kir Ehmed Şara. 

Colaniyê cihadîst ji ber ku ji Golanê ye û Girên Golanê jî di destê Îsraîlê de ne diviyabû yekser ji vî navî xwe paqij bikira. 

Belê me gotibû rejîma Esed di çend rojan de ket; piştî ketina Esed, balafirên Îsraîlê di demeke gelekî kin de bi sedan navendên leşkerî yên bermayiyên rejîmê îmha kir û wî welatî di warê leşkerî de ji bo xwe wekî tehdîtekê nehişt.

Rewşa dûrzî û elewiyan

Kevne-DAIŞiyê Colanî bi çeteyên xwe pêşî berê xwe da durzî û elewiyan. Elewiyên ku piştî ketina Esed bêhêz bûbûn rastî qirkirinê hatin û li hemberî wan komelkujiyek hat kirin. Ji bilî kurdan û çend alîkariyên lawaz ên ûrisan kesî xwe negihand hawara wan. Lêbelê ev yek bo dûrziyan ne wisa bû; piştî ku çeteyên Colanî berê xwe dan navçeyên dûrziyan, Îsraîlê di demeke kurt de xwe gihande hawara wan û nehişt çeteyên Colanî têkevin navçe û bajarê wan û piraniya dûrziyan aniha dixwazin ji Sûriyeyê cuda bibin û têkevin bin hikmê Îsraîlê.

Piştî van agahiyan em berê xwe bidin xwe. Piştî şerê ku li Sûriyeyê qewimî û DAIŞ li wî welatê bihêz bû; rewşa navçeyên kurdan jî guherî. Şerê kurdan û DAIŞê bi taybetî li Kobanî û herêmên ereban deng veda. Kurdan bi piştgiriya DYAyê heya hefteyekê berê dora ji sedî 30yê Sûriyeyê kontrol dikirin lê van du-sê rojên ku me di paş xwe de hişt, rewş yekcar guherî û ji bilî Hesekê, Kobanî, Qamişlo, Amûdê û Dêrikê û çend navçeyên din di destê kurdan de tu erd nema. Çawa dibû ew erdên ku bi xwîna hezaran ciwanên kurdan hatibû bi dest xistin du rojan de ji dest çûbûn?

Civîna Hewlêrê

17ê vê mehê li Hewlêra paytext di navbera serkirdeyên kurd û berpirsên DYAyê de civîneke dîrokî pêk hat. Piştî guherîna siyaseta DYAyê êdî roj hatibû ku ev yek tesîrê li kurdan jî bike. Pêwistiya amerîkiyan êdî bi hevalbendiya HSDê re nemabû û Barrackê ereb û dostê Trump hatibû ku du rêyan bide pêşiya kurdan.

Çi bû ev du rê? Tê îdîakirin ku riya yekem derdiket teslîmkirina navçeyên di bin kontrola HSDê de û tevlîbûna artêşa sûrî bi takekesî/ferdî. Herwiha îdîaya duyem jî divê HSDê ji bo planên DYAyê bi tevî Colanî û hevalbendên wan dema wextê wê hat êrîş bibe ser Heşdî-Şabî. Li gorî îdîaya duyem belkî tevlîbûna HSDê ya artêşê bi girseyî bihata qebûlkirin û navçeyên kurdan di bin kontrola wan de bihata hiştin. 

Gelo kurdan çima vê yekê qebûl nekir? Mesûd Barzanî jî Mezlûm Kobanî jî baş dizanin ku ji kevne-DAIŞiyên Colanî û hevalbendên wî dema hêz bikeve destê wan ew ê kurdan û hêzên wan ên leşkerî hewl bidin ji holê rakin û di rewşeke wiha krîtîk de bi nêrîna min kurd(PDK û HSD) naxwazin bi erebên şîe û Îranê bidin ber xwe.

Kurda Enfalê bîr nekiriye

Herwiha kurd dê çawa baweriya xwe bi erebên sunne yên kevne DAIŞî û Beesî bînin? Ma Enfal ji bîr kirine? Qetliamên Şingalê û yên van salên dawî ji bîr kirine? Serokên kurdan ji ber van sedeman her du riyên ku Barrack da pêşiya wan qebûl nekirin û êrîşan jî li hemberî wan dest pê kirin.

Ev du roj in li Rojavayê Kurdistanê em dibînin ku kevne-DAIŞî û cihadîst û eşîrên ereban êrîşê kurdan dikin; piştî vekişîna hêzên kurdan a ber bi Hesekê ve têkiliya bejayî ya navbera Kobanî û navçeyên din qut bû. Ev çend roj in Kobanî hatiye dorpêçkirin, elektrîk û av nîn e; herwiha Hesekê jî bi çend aliyan ve hatiye dorpêçkirin û em dikarin bibêjin tenê sînora Başûr û çend kîlometreyên din a hêla sînorê ku di kontrola Iraqê de maye di bin kontrola HSDê de.

Rewş ji bo kurdan her ku diçe ber bi trajediyeke mezin ve diqulibe. Ji her hêlê ve rê ji kurdan re hatiye girtin û tu hêzeke cîhanî heya aniha xwe negihandiye kurdan; ji bilî Îsraîl jî îhtîmaleke din tune ye ku kes xwe bigihîne hawara kurdan.

Lê heya vê kêliyê jî bi rêya fermî deng ji Îsraîlê derneketiye; tê îdîakirin, amerîkî nahêlin Îsraîl tevlî guherînên rojhilatê Firatê bibe.

Reaksiyona kurdan

Piştî êrîşên çeteyên Colanî, miletê kurd him li Kurdistanê him jî li cîhanê rabû ser pêyan û li hemberî qirkirina kurdan nerazîbûna xwe nîşan da/dide. Lêbelê şer hê jî nesekiniye û hê jî diyar nîne ku dê pêşeroja navçeyên kurdî çawa bibe.  

Van rojên zehmet de divê ji destê me çi bê em bikin; parastin be parastin, parvekirina tweetekê be tweetek…

Hêvî dikim şervanên me li ber xwe bidin û nehêlin çeteyên DAIŞê têkevin navçeyên kurdan û Mesûd Barzanî jî bikaribe miletê xwe -bi riya dîplomasiyê- ji vê rewşa xerab û dramatîk derîne…

Yorumlar