Çend anekdot ji pirtûka Dr. Qasimlo
Dêrsim - (Qelems): Hefteyeke çêbûye ye ku min pirtûka Dr. Qasimlo ya bi navê "Çil Sal Xebat di Riya Azadiyê de" daye destê xwe. Du roj berê jî min pirtûkê qedand û min xwest çend anekdotan ji naveroka vê berhema hanê we xwînerên vê blogê re parve bikim.
Naverok der heqê Rojhilatê de ye
Dr. Qasimlo xwestiye bi vê xebata xwe re, pêşî ji bo endam û layengirên partiya xwe ya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê û bi giştî jî ji gelê Kurdistanê re pêvajoya "Komara Kurdistanê" raxe li ber çavan.
Di vê berhemê de damezrandina Komelaya Jiyanewey Kurd, Hizba Demokrat a Kurdistanê û Komara Kurdistanê mijarên sereke ne ku Dr. Qasimlo li ser wana sekiniye.
Hêjayê gotinê ye ku Dr. Qasimlo rewşenbîrekî mezin ê miletê Kurd e. Di analîzkirina bûyerên wê demê de, heta ji destê wî tê dixwaze bêalî şîroveyên xwe bike û bi çavkaniyên wê demê re naveroka berhema xwe dewlementir bike (li gor dîtina min wisa bû).
Dixwazim vegerim naveroka berhemê û çend anekdotan ji we re neqil bikim, fermo;
Şehîdbûna Biroyê Heskî Têlî û sirûda xelqê Rojhilat ji bo wî
Biroyê Heskî Têlî serokê eşîra Celaliyan e. Ew di sala 1931ê de beşdarê serhildana Araratê bûye. Biro, di dîroka Kurdan de, bi têkoşîna xwe ya ku li hember dijminê me re daye, wek lehengek mezin tê zanîn. Dr. Qasimlo di pirtûka xwe de behsa şehîdbûna wî dike û dibêje xelkê navçeyê (Rojhilat) ji bo wî sirûdeke ku wisa dest pê dike derxistine;
"Dê rabe Birho, dê rabe rabe
Te Ararat bo çi hişt xerabe"
| rp. 29
Kî peyva Pêşmerge derxist holê?
Piştî ku Komara Kurdistanê li Mehabadê tê îlankirin hikûmeta wê demê ji bo termê leşkerî komîteyeke edîban ava dike. Armanca wê komê li şûna bêjeyên 'Serbaz' ê Farisî û 'Fedayî" ê Azerî peyveke resen derxîne holê, bû. Ev komîteya edîban çend caran kom dibin lê nekarîbûn tiştekî bibînin. Lê rojekî kalekî ku bi temenê xwe yê mezin, ji wan re xizmet dikir û çay dida wan, ji wan re dibêje;
"Kurdan ji mirovên ji xwe bawer re 'pêşmerge' digotin"
Li gor Dr. Qasimlo ji me re neqil dike, piştî gotina kalo peyva Pêşmerge di Komara Kurdistanê de wek fermî tê qebûlkirin.
| rp. 64
Komara Kurdistanê çend hezar dolar titûnê ji Sovyetê re firot?
Bêguman aborî ji bo hemû dewletan faktoreke bingehîn e. Piştî Komara Kurdistanê tê îlankirin rewşa navçeyê jî diguhere û ber bi başbûnê ve diçe. Wê demê ji ber nêzîkbûna Komara me û Yekîtiya Sovyetê geşedaneke mezin a aborî çêdibe. Li gor amarên ku Dr. Qasimlo ji William Eagleton Jr neqil dike;
"Komara Kurdistanê milyonek 875 hezar kîlo tutun firotiye Yekîtiya Sovyetê, ku bihayê wê 800 hezar dolar bûye (W. Dagirtin: The Kurdich Republic of 1946, 1963 London, p: 88).
| rp. 65
Axayek bo çi ji Pêşewa stêrkek xwestiye?
Leşkerên Millî yê Komarê zêdetir ji hêzên eşîran pêk dihatin. Ji ber şertên wê demê di nav leşkerên Komara Kurdistanê de ji xeynî Barzaniyan tecrûbeyeke mezin ê leşkerî jî tune bû. Lê di nav serokeşîrên komarê de ji bo girtina stêrkan rikeberiyeke bêrawestan çêbibû. Ji ber ku, ji bona serokeşîran girtina stêrkeke ji destê Pêşewa Qazî dihate wê wateyê ku qedir û hurmeta wî bilindtir dibe. Dîsa li gor Dr. Qasimlo neqil dike;
"Tê gotin ku serokeşîretek daxwaz ji Pêşewa Qazî kiriye ku stêrkek bideyê û dema ku ew vegere gund bikare xwe pê ragire. Pêşewa Qazî li milekî nexwestiye wî zabitî bişkîne û li milekî din jî lê xweş nehatiye qanûnê xera bike. Ji ber vê, jê re gotiye bi mercê ku tu li gundê xwe tenê wê daynî ser milê xwe û di bajêr de bikar neynî, dê daxwaza te bê bi cîh kirin."
| rp. 65
Riza Şah xortên Kurdistanê bi darê zorê dibir leşkeriyê
Di dema Riza Şah de bi darê zorê xortên Kurd dibirin leşkeriyê. Hêzeke bi navê "emniye" ê Şah, malik li gundiyên Kurdistanê mîrat dikir. Xortên Kurdistanê bi zorî dibirin leşkeriyê û gelê Kurdistanê jî bi awayekî navê leşkeriyê danîbû "îcbarî" û stran li ser derxistibû; Dr. Qasimlo di pirtûka xwe de wisa neqil dike;
"Mangê (mehê) heft qiran, rojê çar şayî
Çi bidem bi qend, çi bidem bi çayî
Min kurê xwe mezin kir bi qendê şarî
Reza Şah bir ji bo îcbarî
Xwedêyo, Riza Şah textê te wergerî
Îcbarî kurd dibe ji bo şerî."
| rp. 29
Hêjaye gotinê ye ku ev berhema giranbiha ji hêla Weşanxaneya Avestayê ve di sala 2002an(wê demê ez yeksalî bûm) de ji Kurdiya Soranî bo Kurdiya Kurmancî bi alîkariya werger Ziya Avci ve hatiye adaptekirin.
Ji bo peydakirina vê berhemê hûn dikarin serî van malperên li jêrê bidin;
1) Malpera Avesta:
https://www.avestakitap.com/cil-sal-xebat-di-riya-azadiye-de
2) Malpera Hîvda:
https://www.hivdailetisim.com/index.php?route=product/product&search=%C3%87il+Sal+Xebat+&product_id=2782&search=%C3%87il+Sal+Xebat
3) Malpera Pirtûkakurdî:
https://www.pirtukakurdi.com/cil-sal-xebat-di-riya-azadiye-de-991-tr