Teşekkur keno an jî Teşekkur dikim
Kurteçîrokên needebî
Wê rojê, hevalekî minê ji Kurdên me yê Zaza (Dimil, Kirmanc) ji min re peyamekî şand. Wî dixwest ku ez jê re der heqê rewşa gramera kurmancî de pariyekî agahiyan bidim. Ew agahiyên ku minê bidayê ji bo roportaja ku wî ji pisporeke zimanzan re pêk bîne, hewce bû. Min jî bi kêfxweşî jê re behs kir û pariyekî jî hûrgiliyan da, der heqê gramerê de.
Li gor gotinên wî, ewan jî hêj di hêla gramerê(elfabe) de lihev nekirine. Heta aniha jî Çewlîgî û Dêrsimî ji hev fêm nakin û her wisa Motkanî jî ji her duyan tu tiştî fêm nakin. Ne axaftin yek e ne jî emilandina gramerê.
Axirî me xeberdanên xwe qedand û ji hev xatir xwest, wî ji min re got, “temam bira, spas keno tora”, cara wî wisakî got, ez sekinîm, min pariyekî fikirî û jê re got, "bira aha em kurmanc a li vir de jî lihev nakin, yek radibe, dibêje 'sipas', a dinê jî vê qebûl nake, serî radike, dibêje 'spas'..."
Wî jî ji vê halê me re got, “bira min ji xwe wisakî got, li herêma me ji xwe ev nayê gotin jî, dibêjin, "teşekkur keno", mixabin rewş ba me gelek î xeter e!”. Min jî lê zêde kir û got, "bira bi Xwedê gundiyên me jî dibêjin, "teşekkur dikim", yanî ez bawer im rewşa me hema hema wek hev e, ne kêm ne jî zêde..."