TUYAP ji bo saziyên Kurdî çawa derbas bû?
Stenbol - (Qelems): Îsal, 39emîn Fuara Navneteweyî ya Pirtûkan a Stenbolê di navbera rojên 3-11ên Berfanbarê de, li TUYAPê pêk hat.
Di fuara vê salê de, 3 weşanxaneyên Kurdî (Nûbihar, Sîtav û Dara/Pirtûkakurdî) û Weqfa Îsmaîl Beşîkçî beşdarî kirin.
Berpirsên sazî û weşanxaneyên Kurdî pirsên me yên der heqê TUYAPa vê salê de, bersivandin.
WÎB: Westandineke gelek î baş bû
Berpirsê standa Weqfa Îsmaîl Beşîkçî (WÎB) Mewlud Oguz da zanîn ku Fuara Pirtûkan ya Stenbolê ji ber pandemiyê ev du sal in nedihate kirin, ji ber vê jî eleqeya xwîneran zêde bûye vê salê.
Li gorî agahiyên ku Berpirsê standa WÎBê Oguz ji me re vegot, di maweya fuarê de her roj Nivîskar Îsmaîl Beşîkçî pirtûkên xwe îmze kiriye û eleqeyeke baş ê xwîneran jî ji bo wî hebûye.
“Mamoste Îsmaîl Beşîkçî di maweyê fuarê de her roj li vê derê bû, lewma em dikarin bibêjin bo Mamoste Beşîkçî eleqeyeke gelek î zêde hebû; herî zêde me kitêbên mamoste firotin û her wisa li gel kitêbên mamoste pirtûkên rehmetî Abdurrahman Onen Erdnîgariya Kurdistanê Agirî û Wan hatin firotin."
Berpirsê WÎBê Mewlud Oguz gotinên xwe wisa bi dawî anî; “Bivê nebê qirîzek heye û bihayê pirtûkan gelek î biha ye. Ev hem bandorê li weşanxaneyan dike hem jî li xwendevanan dike, dîsa jî ji bo ku xelk xwe bigihîne kitêba heta ji me hat me erzanî kir; erzaniya me digihije sedî 50, ji ber vê jî em ji fuarê eleqeya xwendevanan, eleqeya dildarên weqfê memnûn. Em gelek î westiyan lê westandineke gelek î baş bû.”
Nûbihar: Her çiqas maliyet zêde bibe jî, bala xwîner li ser Kurdî ye!
Berpirsê standa Weşanxaneya Nûbiharê Ezîz Tekîn bi hûrgilî qala pêvajoya fuarê ji me re kir.
Wî got ku ew wek Nûbihar demek dirêj e li benda Fuara TUYAPê bûne û pêştir hemû haziriyên xwe jî ji bo fuarê kirine.
“Em li bendê bûn, ka piştî pandemiyê psîkolojiya xwîneran çawa ye, ew ê eleqe nîşan bidin an nedin yan jî wan bêriya fuara kirine an nekirine; tişta em rast hatin her çiqas maliyet zêde bibe jî bala xwîner li ser Kurdî ye, li ser weşanxane ye, haya wan heye dişiopînin herî dawî kîjan berhem derketiye û tên bi taybetî wan ji me dixwazin.Her wiha berhemên ku pirtûkxaneya wan de tune ye temam dikin."
Berpisê Nûbiharê Tekîn got ku bi tevayî ji bo weşanxaneya wan eleqeyeke baş hebûye û wî wisa gotinê xwe bi dawî anî; “Bi taybetî xort zêdetir tên û çeşîdên wek roman, helbest û çîrokê digirin. Ev ji bo me cihê kêfxweşiyê ye. Bi tevayî ji bo weşanxaneya me eleqeyeke baş hebû, em kêfxweş in.”
Dara: Nivîsandin zêde bûye lê xwendin kêm bûye
Berpirsê standa Weşanxaneya Darayê û Pirtûkakurdî Sebîh Yoldaş got ku eleqeya Kurdî anagorê salên berê hindekî kêmtir bûye, lê dîsa jî fuar ji bo wan baş bûye.
Her wiha wî balê kişande li ser xwînerên ciwan û hestên xwe wisa anî ziman; “rast e li gor salên din eleqeya Kurdî kêm bûye lê eleqeya gêncan ji bo Kurdî hîn bin zêdetir bûye.”
Berpirsê Dara û Pirtûkakurdî Sebîh Yoldaş gotinên xwe wisa bi dawî anî; “Eleqeya Kurdî anagorê salên berê hindekî kêmtir bû, lê dîsa jî baş bû, lê eleqeya gêncan ji bo Kurdî hîn bin zêde bû. Zarok û ciwan ên ji dibistanan hatine li vir eleqeya wan pir zêde bûn ji bo Kurmancî hîn bin. Xwendina Kurdî kêmtir bûye gor salên din; yanî nivîsandin zêde bûye lê xwendin kêm bûye mixabin.”
Helbestvanê Necat Zivingî
Sîtav: Eleqe baş bû lê ew tiştê me hêvî dikir nebû
Xwedî û berpirsê standa Weşanxaneya Sîtavê Nîvîskar Qahir Bateyî derbarê pêvajoya TUYAPê de ji me re dîtin û nêrînên xwe vegot.
Xwediyê Sîtavê Bateyî da zanî ku, ev sal ji bo standa wan eleqeyeke baş hebûye, lê ev eleqe ne di wê asta ku wan hêvî dikir de bûye.
Bateyî gotinên xwe wisa bi dawî anî; “Eleqe baş bû, xerab nebû, belkî li gorî TUYAPê hinekî kêm bû, me hin zêdetir hêvî dikir, lê ew tiştê ku me hêvî dikir nebû. Sedemê wê jî bawer dikim rewşa aboriya civakê ye; rewşa pandemiyê jî hêj li ser civakê bi bandor e. Sedemeke dî jî êdî xwîner rêya online kitêb dixwazin, kitêb dixwînin. Ez bawer dikim ev her sê sedem in ku li gorî salên berê beşdariya fuarê sedî 40/50 kêm bû. Lê dîsa li gor vê xerab nebû, eleqeyeke hebû ji bo Kurdî jî, taybetî ji bo hîn nivîskarên me. Wekî me anî ziman pirtûka Dîn û Mîtolojî ya Nezîr Ocek, pirtûkên Mamoste Mehmet Oncu û Besîm Baykal eleqeyek baş hebû.”
Kîjan pirtûka Kurdî herî zêde hat firotin?
Li gor berpirsên saziyên Kurdî ku vê salê beşdarî fuarê bûne, herî zêde pirtûkên Erdnîgariya Kurdistanê Agirî û Wan ya Abdurrahman Onen (WÎB), Bêjan ya Receb Dildar (Dara), Dîn û Mîtolojî ya Nezîr Ocek (Sîtav) û Asoya Peyvên Sermest ya m. zahir kayan (Nûbihar) hatine firotin.
Her wiha li gor hin agahiyên ku me bi dest xist çend weşanxaneyên Kurdî ji ber nebûna cih û maliyetên zêde vê salê beşdariyê TUYAPê nekirine.