Siberoja Kurdên Rojava ber bi ku ve diçe?

Fotograf: Koçberên kurdên Helebê, Delil Souleiman, AFP. Di 8ê Kanûna Paşîn a 2024an de li Sûriyeyê malbata Esed ji Şamê derket û partiya Baasê piştî 61 salan têk çû. Ev roja dîrokî li tevahiya Sûriyeyê bû çirûskeke nû ji bo hemû hemwelatiyên wî welatî. Piştî vê roja dîrokî, Heye’tul Tehrîr el-Şama (HTŞ) ku bajarê Îdlibê û derûdora wî kontrol dikir, ket Şama paytext û ji wî rojê ve ye hikûmetê bi rê ve dibe. Herwiha beşeke zêde ya axa Sûriyeyê jî di bin kontrola wê hêza çekdarî de ye ku aniha xwedanê dam û dezgehên gelek parêzgehên wî welatî ye. Hêza nû ya ku li Şamê bi cih bûye, bi dewletên derûdora xwe û cihanî re hewl dide têkileyeke dîplomatîk çêbike. Wezîrên gelek welatan di vê heyamê de seredana Şamê kirin û bi serokê leşkerî yê HTŞê Ahmed El Şara re civiyan, ev civîn berdewam dikin. Herwiha di asta cîhanî de li Romayê û di asta herêmî de jî li Riyadê derbarê dahatuya Sûriyeyê de du civînên girîng pêk hatin. Digel van geşedanan li Rojavayê Kurdistanê, aliyên kurdî hewl didin bi he...