Ji bo Aygul

Kêliyek berê dengê zarokan ji kolanê dihat. Zivistan vê salê dereng konê xwe bar dike.
Duh derengê şevê xebera mirina te gihişte min. Matmayî mabûm di odeya xwe de, peyva mirinê li kêleka navê te nedihat.
Xemgîn im, min ê hêj pirtûka Clarisa ji te re bişandiba û me yê bi hev re maçên Amedsporê şirove bikira.
Xweha min îro wisa digot li mala te -ya ku şîna te li wir danîbûn:
“Îro li deftera wê ya zaningehê ku tenê du rûpel nivîsîbû hejmarên cizûyên dihatin xwendin, dinivîsiyan…
Wê keçikê dixwest bixwîne nedixwest bimire.”
Belê Aygul te nedixwest bimirî, xwendina xwe ya zaningehê bidomînî, lê penceşêrê nehişt, mirin di vî bihara dereng hatî de li Enqereya xopan xwe gihande te…
Çi bêjim, mirin û navê te li hev nayên, ez ê bêriya te bikim keçxala min.
00:45, Diyarbekir.
Yorumlar