Kayıtlar

Ekim, 2021 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

Revîn, ji rehên xwe yê kevneşopiyê: Unorthodox

Resim
Nivîs : Qesîm Etmanekî Şikarim (Qelems) - Unorthodox, rêzefilmeke kurt yê platforma dijîtal a Netflixê ye, ku di 16ê Adara sala 2020an de hatiye weşandin.    Ev rêzefilma hanê ji aliyê nivîskar Deborah Feldmanê ve di sala 2012ê de, bi navê Unorthodox: The Scandalous Rejection of My Hasidic Roots (Ne Orthodox: Redkirina Skandala ya Rehên min ên Hasidic) wek pirtûkeke bîranînan hatiye nivîsîn. Çêkerî û senoryonivîsîna rêzefilmê ji aliyê Anna Wingerê û Alexa Karolinksyê ve hatiye çêkirin û derhêneriyê jî Maria Schraderê dike.  Herwiha rola sereke ya rêzefilma Unorthodoxê, ji aliyê aktrîstê Cihû Shira Haasê ve hatiye leyîstin. Hêjayê gotinê ye ku di vê rêzefilmê de, him paşiya kamerayê him jî pêşiya kamerayê bi rêjeya jinan û bi taybetî jî rêjeya jinên Cihû gelekî zêde û berbiçav e. Çîroka Redkirina Rehên xwe yê Kevneşopî Unorthodox, ji çar beşan pêktê û her beş nêzî 50 deqîqeyan e. Karekterê sereke yê rêzefilmê bi navê Esti ye. Esti, jineke Cihû ye, hêj di 18 saliya xwe de bi mêre

Serpêhatiya Hostaya Kişikê: The Queen’s Gambit

Resim
Nivîs : Qesîm Etmanekî Şikarim (Qelems) - The Queen’s Gambit, rêzefîlmeke platforma dijîtal a Netflixê ye, di 23yê Cotmeha 2020an de hatiye weşandin.  Rola sereke ya rêzefîlmê ji aliyê aktrîs Anya Taylor-Joyê ve hatiye lîstin. Ev rêzefîlm, behsa serpêhatiya jiyana hostayeke kişikê(şetrenc) dike.  Rêzefîlm, di beşa xwe ya yekem de, wek bûyereke flashbackî dest pê dike û em dikarin bibêjin ku rêzefîlm li ser vê xetê heta dawiyê diherike.    The Queen’s Gambit, ji romana nivîskar Walter Tevisê bi heman navê hatiye wergirtin û ji aliyê Scott Frankî û Allan Scotî ve wek rêzefîlmeke kurt hatiye amadekirin.  Jiyaneke Tevlîhev Rêzefîlm, bi giştî behsa serpêhatiya jiyana Elizabeth Harmonê dike. Elizabeth Harmonê, dixwazê di cihanê de bibe hostaya herî baş ya kişikê. Belê, Harmonê şarezaya kişikê ye, ji 8 saliya xwe ve ew ve şarezayî li cem xwe dihese, lê jiyana wê piçekî tevlihev e; ew sêwîyek e, jiyana wê di sêwîxaneyê de dibore, heta ku malbetek wê ji wir derdixe, çend salên wê wisa dibihuri

Hîvdayê, dilê hezkiriyên Melayê Cizîrî xweş kir

Resim
Nûçe : Qesîm Etmankî Stenbol (Qelems) - Ev sal, ji hêla Weşanxaneya Hîvda yê ve, Dîwana Melayê Cizîrî bi 3 nûsxeyên cuda, di nav berhemeke de, hat çapkirin.  Di vê berhemê de, xwîner û dildarên Melayê Cizîrî dê bikaribin him bi tîpên latînî, him bi tîpên erebî û him jî nûsxeya orjînal a Dîwanê bi hevre bixwînin. Xwendina bi sê cûreyan Her wiha xwedî û berpirsiyarê Weşanxaneya Hîvdayê  Huseyin Siyabend Aytemur li ser hesabên xwe ên medyaya civakî da zanîn, xwînerên Melayê Cizîrî dê bikaribin di vê berhema nû de, derfeta berawirdiyê di navbera tîpên erebî û latînî de, bi kurdî bikin.  Peyama Aytemur; “Berga pirtûkê ji aliyê İbrahim Halil Baran (İHB) ve, pirtûk jî bi 3 şêwazan (bi tîpên latînî, bi tîpên erebî û nûsxeya orjînal) hate amadekirin. Digel nûsxeya orjînal a nivîsê, dê derfeta we hebe ku hûn bi tîpên latînî û erebî -kurdî- bixwînin.”  Di Derheqê Berhemê de Çend Agahî   Nivîskar: Melayê Cizîrî   Mustensîx: Muhemmed Teyyar Paşa  Bi tîpên erebî: Abdulselam Kartal

Lêgerîna Zozan Uzun bi dengê Ciwan Haco hat bihîstin

Resim
Nivîs : Qesîm Etmanekî Stenbol ( Qelems ) - Di van rojên dawiyê de, hunermendê navdar Ciwan Haco bi single-eke nû xwe ji guhdar û şopînerên xwe re hisand. Navê single-a nû ya Ciwan Haco " Lêgerîn " e û bi sponsoriya Red Music Digitalê li ser hemû platformên dijîtalê hatiye belavkirin.  Hêjayî gotinê ye ku ez dixwazim li vir behsa wê bikim, helbesta di single-ê de hatiye gotin e ku ji hêla Zozan Uzun ve hatiye nivîsîn. Belkî hûn Zozan Uzun nas nakin, ji ber vê ez dixwazim bi kurtî be jî behsa wê bik‌im; Zozan Uzun hevjîn û dotmama nivîskarê gewre yê wêjeya Kurdî ya modern Mehmed Uzun e. Her wiha ew keça welatperwer û parêzer Necmettîn Buyukkaya ye. Uzun, li Siwêregê hatiye dinê û aniha jî bi herdu zarokên xwe ve li Swêdê dijî. "Min Dilek Nas Kir" Ji duh ve belkî min bi dehan caran vê single-a nû guhdarî kiriye. Her peyv, her rêzikên ku hatine nivîsîn di her guhdarîkirinekê nû de, bi wateyekê xwe yê dî li cem min hestên curbecur peyda kirin.  Dikarim bibê