Kayıtlar

Ocak, 2026 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

Çima em bi qirkirinê re rûbirû ne

Resim
​ Di 10ê Kanûna Pêşîn a 2025an de budçeya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ji Meclisa Temsîlkaran derbas bûbû û piştre ji hêla Serok Trump ve hatibû îmze kirin. Di budçeya parastinê de tişta ku ji bo me kurdan giring e, ew bû, gelo piştgiriya DYAyê dê ji Pêşmerge û HSDê berdewam bike yan na. Dema em li naveroka budçeya dinêrin, li wir tê xuyakirin ku alîkariya ji bo Pêşmergeyê dê berdewam bike û di belgeyê de vê yekê bi navkirina “şirîka ewlehî ya neteweyî” didin diyarkirin. Berovajiya vê di heman belgeyê de ji bo HSDê ev yek nayê gotin, wiha tê nivîsîn: “HSD divê bibe parçeyeke çarçoveya siyasî ya pêşeroja Sûriyeyê.” Piştî vê min texmîn dikir ku dê li navçeyê, bi taybetî li Rojava, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê guherînên mezin çêbibin.  Ketina Esed û hatina Colanî Li Sûriyeyê ketina Esed û têkçûna Tehran û Moskowê bi xwe re yekser guherînên erdî çêkirin; bi hevkariya DYAyê, kevne-DAIŞiyê Colanî ji Idlibê rabû û di çend rojan de li Şamê bû xwediyê Qesra Gel û navê xwe jî kir Ehm...