Kayıtlar

Şubat, 2025 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

“Dema Kurdî diaxivîyan xwe bêhtir ewle hîs dikirin”

Resim
Foto: Eyûp Ok Piştî erdhêj li Mereşê çêbûn, bi hezaran mirovên sivîl ber bi bajarên erdhêjê ve çûn. Ev mirovên ku ji roja yekêm ve di nav prosesa rizgarkirinê de cih digirin, bi her awayî piştgirîya xwe ji bo mexdûrên erdhêjê nîşan didin. Rizgarkirina kesên di bin kavilan de mayî, belavkirina kelûpelên xwarinê, cil, çêkirina konan û hwd beşeke sereke yê karê van mirovan e. Rola Xwendekarên Zanîngehan Bêguman di vê prosesê de rola xwendakarên zanîngehan hêjayî behskirinê ye. Ji roja yekêm ve piranîya xwendekarên zanîngehan bi awayekî rêxistinî di nav vê pêvajoyê de cih digirin. Xwendekar bi rêya partî, saziyên mirovî û rêxistinên xwendekaran re diçin herêmên erdhêjê. Ew çawa beşdarê alîkarîyê bûn, wan çi cure alîkarî pêşkeşî mexdûrên erdhêjê kirin, em ji bo wan pirsan bi xwendakara Zanîngeha Stenbolê Fatê Polat re axivîn. Fatê Polat ji bajarê Çewligê ye, li Zanîngeha Stenbolê/Cerrahpaşa Teknîkên Labaratuwariya Medikalî dixwîne. Ew dema erdhêj pêk hatiye li bajarê xwe, bi malbata xwe re ...

Berivan Saruhan: “Em ê li hember cihêkariyê wekheviyê biparêzin”

Resim
Foto: Qesîm Etmanekî Komeleya Dema Jinan, di Tîrmeha sala 2020an de, li bajarê Stenbolê bi armanca ji holê rakirina her cure cihêkariyên li hember jinan û ji bo hemû qadên civakê de, tevkariya bihêzkirina jinan hatiye avakirin.   Dema Jinan di qadên civakî, aborî û çandî de, ji bo bihêzkirina rola jinan, ji bo ku bêhtir bên dîtin û ji derfetan wekhev sûd wergirin çalakî û kargehên cur bi cur li dar dixe. Dema Jinan di podcasteke de armancên xwe wisa destnîşan kiriye;  Tevkarî û piştgiriya Peymana Stenbolê, têkoşîna li hember hemû cureyên tundiyê, xebatê ji bo pêkanîna wekheviya zayenda civakî, di warê civakî û aborî de, piştgiriyên ji bo bihêzkirina jinan, di hemû qadên jiyanê de, zêdekirina dîtina keda jinan armancên me ne. Her di vê babetê de me bi endama Komeleya Dema Jinan Bêrîvan Saruhanê re, derbarê kar û barên wan ên komelgehî, xebatên qada sivîl û tunditîjiya li hember jinan tên kirin, axivîn. Dema Jinan lêpirsînên Kurdî werdigire Navenda şêwirmendî û piştgir...

“Sê pirtûk ji bo biçûkêd Kurdan”

Resim
Foto: Qesîm Etmanekî Sê pirtûkên wekî şekiran ji bo biçûkêd kurdan derketin. Zarok dikarin bi rêya van pirtûkan kurmancîya xwe pêşve bibin. Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê  *** Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê bi piştgirîya Sivil Düşün û Yekîtiya Ewropayê sê berhemên nû ji bo zarokan çap kiriye. Di projeyê de Hînker Zarok, ji bo hînbûna Kurmancî, Mamik û Zûgotinok û Kundoyê Zana û Awaza Ajalan jî ji bo pêşvebirina Kurmancî ji hêla mamosteyan ve hatine amadekirin.   Foto: Qesîm Etmenakî Ji mamosteyan daxwaza pirtûkên xwendinê  Rêvebira Enstîtuya Kurdî Remzîye Alparslan ji Botan Timesê re diyar kir ku wan hem li Enstîtuyê hem jî li Komeleya Lêkolînên Kurdî ji bo zarokan dem bi dem atolyeyên hînkirina ziman çêkirine.  Rêvebir Alparslan da zanîn ku piştî 21ê Sibata 2021an sazîyê vê xebatê wek kampanyayeke Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî dane destpêkirin. Mamosteyên me bingeha van atolyeyan danîn û mufredata wan amade kirin. Di vê heyamê de materyalên dîjîtal jî hatin ...

Mekanên kurdî li Stenbolê

Resim
Foto: Îctihad Evî, Qesîm Etmanekî. — Ger hûn nikarin bi xwe re bibin, wê demê çi feydeya kok û rehên we heye? Flanöz: Şehirde Yürüyen Kadınlar, Gertrude Stein *** Ji dîroka mirovahiyê ve têkiliya însan û mekanan xaleka taybet ya vê jiyanê bûye. Însanan hewl dane mekanên ku lê dijî li gorî taybetmendiyên xwe (çand û kevneşopî) kirasekî lê bikin û biguherînin. Însan çiqas ji kok û rehên xwe dûr bikevin jî ew daxwaz û arezûya ‘kirasekî ji xwe’ her bi wan re bûye. Ez ê di vê nivîsarê de behsa hin mekanên Kurdî yên li Stenbolê bikim û li ser du navçe û bajarokan, Fatih û Beyoğluyê hûr bibim. Konstantinopolis an jî bi navê xwe yê îro Stenbol (İstanbul) di dîroka cîhanê de yek ji bajarên herî navdar û giring bûye. Daneyên berdest bi me didin zanîn ku ev bajar, Stenbol, teqrîben 600 sal e mazûvaniya kurdan dike. Helbet hatina Kurdan bo Stenbolê pirî caran ne bi dilê wan bûye; di serî de wekî hevkarên împaratoriya Osmanî ji bo dagirkirinê, ber bi sûrên Konstantinopolisê ve hatine û di zeftkirin...