Rojnivîskên Apê Zinar

Foto: Qesîm Etmanekî, Medya Kitabevi 

Zinarê Xamo an jî bi navê xwe yê tê nasîn Apê Zinar. Di nav kurdînûsên li ser platformên medyaya civakî de, yek ji wan kesan e ku navê wî tim dî bîr û sohbetan de, cih digire. 

Apê Zinar yekem bloggerê Kurd e ku bi salên dûr û dirêj in di bloga xwe ya bi navê Hindik û Rindik de notên xwe yên rojane bi me re parve dike. 

Di van rojên dawî de, ji Pall Weşanê beşeke rojnivîskên Apê Zinar, bi serenavê "Rojnivîskên Sirgûnekî (1985-1999)" çap û belav bûne. Ev mizgîniya hanê di nav gelek hezkirî û şopînerên wî de bi kêfxweşiyeke mezin hate pêşwazîkirin.

***

Çend roj berê bi meraq min dest bi Rojnivîskên Sirgûnekî kir û di du şevan de ev berhem qedand. Helbet xwendina wê xweş û bi dilê min bû.

Di nav rûpelên vê pirtûkê de meriv rastî qonaxa dawî ya salên serdemekê tê. Rojnivîskên ku di navbeyna 1985-99an de hatine nivîsîn zêdetir behsa jiyana taybet ya Apê Zinar û rewşa Kurdên li diyasporayê dikin.

Kurdên li diyasporayê, xebatên wan ên siyasî û kulturî tim di bala Apê Zinar de ne. Ji xwe ew jî yek ji wan şexsiyetan e ku hewl dide li diyasporayê di nav kar û xebatan de, cih bigire.

Apê Zinar ji tradîsyona Dr. Şivan e û ji ber karûbarên xwe yên siyasî mecbûr maye derkeve derveyî welêt û jiyana xwe li sirgûniyê bijî. Em ji rojnivîskên wî hîn dibin ku ew li wir tevî malbata xwe di rewşekê xerab de hewl daye li ser piya bimîne.

Li diyasporayê, di derxistina kovarên Kurdî, karûbarên siyasî, çalakî û semînerên hatine kirin de wî tim hewl daye beşdar bibe. Taybet li Swêdê xwe ji ti tiştekî kêm nekiriye.

Apê Zinar di rojnivîskên xwe de qala gelek navên şexsî, partî û bûyerên wê qonaxê kiriye. Min dixwest bi hûrgilî behsa vana jî bikim lêbelê ji ber agahiyên min kêm min nexwest dûr û dirêj binivîsim.

Ji bo her meraqdarê dîroka nêz a Kurdên li diyasporayê vê pirtûkê pêşniyar dikim. Hûn ê bi xwendina vê berhemê re gelek agahiyên nû bi zimanekî herikbar û lihevhatî bixwînin.

Weşan

Kurd Kavê sempozyuma zimanê Kurdî saz kir

Teşekkur keno an jî Teşekkur dikim

TUYAP ji bo saziyên Kurdî çawa derbas bû?

Wêne, bixwe re hin çîrokan tînin pêşberî me

Nûbiharê cihê xwe yê nû vekir