Kayıtlar

Şubat, 2024 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

Rojnivîskên Apê Zinar

Resim
Foto: Qesîm Etmanekî, Medya Kitabevi  Zinarê Xamo an jî bi navê xwe yê tê nasîn Apê Zinar. Di nav kurdînûsên li ser platformên medyaya civakî de, yek ji wan kesan e ku navê wî tim dî bîr û sohbetan de, cih digire.  Apê Zinar yekem bloggerê Kurd e ku bi salên dûr û dirêj in di bloga xwe ya bi navê Hindik û Rindik de notên xwe yên rojane bi me re parve dike.  Di van rojên dawî de, ji Pall Weşanê beşeke rojnivîskên Apê Zinar, bi serenavê " Rojnivîskên Sirgûnekî (1985-1999) " çap û belav bûne. Ev mizgîniya hanê di nav gelek hezkirî û şopînerên wî de bi kêfxweşiyeke mezin hate pêşwazîkirin. *** Çend roj berê bi meraq min dest bi Rojnivîskên Sirgûnekî kir û di du şevan de ev berhem qedand. Helbet xwendina wê xweş û bi dilê min bû. Di nav rûpelên vê pirtûkê de meriv rastî qonaxa dawî ya salên serdemekê tê. Rojnivîskên ku di navbeyna 1985-99an de hatine nivîsîn zêdetir behsa jiyana taybet ya Apê Zinar û rewşa Kurdên li diyasporayê dikin. Kurdên li diyasporayê, xebatên