Biryarder
Foto: ji 28ê Gulana 2022, Teqsîm, Îstîklal
Duh piştî ku ez ji kar derketim, ez û dostekî xwe di kolana Îstîklalê de ber bi tunelê ve meşiyan; qederekî em li ser çend mijarên rojane, azadî û biryarên xwe axivîn. Serê wî piçek tevlîhev bû, pêşiya xwe nedidît.
***
Bayê hêza xwe zêde kiribû, peşkên şiliyê bi rûyê me diketin; ji nişkê ve min got Benxa di Kurdî de peyvekî gelek î xweş heye ku ez jê pir hez dikim. 'Biryarder', yanî ê ku dikare biryarê bide, ê ku dikare biryara xwe ya îroyîn û pêşerojê bide. Dûre min dewam kir, got; divê em bibin yek ji wan kesan! Divê em nehêlin ku biryara me kesekî/ê din bide, divê em bibin ew kesê biryarder, da ku em karibin ji bo xwe û miletê xwe bibin nimûne û rênîşander.
Ba her ku diçû hêza xwe zêdetir dikir, me xwe avêt otobusek û em ber bi konên xwe ve çûn.
04/01/2024