Du Xatirayên Dr. Nûrî Dêrsîmî

Wêne: Dr. Nûrî Dêrsîmî 

Dêrsimî, Xoybûn, Bedirxanî û Cemilpaşazade

Dr. Nurî Dêrsimî di beşekê xatirayên xwe de behsa Cemiyeta Xoybûnê dike û balê dikişîne li ser têkiliya herdu malbatên Bedirxanî û Cemilpaşazadeyan. Di wê beşê de Dêrsimî dide xuyakirin ku di navbera van herdu malbatan de rikeberî çêdibe û ji bo bi rêvebirina Xoybûnê pirsgirêk derdikeve holê.

Dêrsimî, Bedirxaniyan di warê hişmendî û hestên neteweyî de gelek î pêştetirê Cemilpaşazadeyan dibîne û duristbûna pirsgirêkê jî bi van sedeman ve girê dide.

Her wiha Dêrsimî wê wextê dixwaze di navbera herdu layan de navbeynkariyê bike, lê belê ev hewldanên wî bi encameke erênî bi xwe re nayînin.

[Hatıratım, Dr. Nuri Dêrsimi, sf. 195-96, DOZ, 1997]

***

Dêrsimî, Xoybûn û Cihû

Di îlona sala 1945an de Dr. Nurî Dêrsimî ji ber karekî xwe yê malbatî berê xwe dide Qudsê û li wir yekekî Ermenî wî nas dike. Di wê demê de tevî Cihûyekî ji Sêwasê komîsyoneke Cihû serdana Dêrsimî dikin. Komîsyona Cihû behsa tevgerên Barzaniyê Nemir li Iraqê dikin û piştevaniya xwe jê re didin nîşandan. Her wiha ji Dêrsimê re dibêjin ku çi alîkarî ji bo we pêwîst be em dikarin bibin alîkar. Dêrsimî dibêje ez nekarim tena serê xwe biryarê bidim û ji wan re dide zanîn ku wê ji Xoybûnê re behsa vê meseleyê bike.

Dema ku Dêrsimî karên xwe diqedîne û vedigere Şamê vê meseleyê ji endamên Xoybûnê wekî kesayetên Celadet û Kamûran Bedirxan, Qedrî û Ekrem Cemîlpaşazade, Memduh Selîm Beg û hin endamên din ên tevgerê re dibêje. Dêrsimî dide zanîn ku di taliya nîqaşên dûrûdirêj de piraniya endamên Xoybûnê biryar didin ku duristkirina tifaqê bi Cihûyan re wê ne di berjewendiyê wan de be.

[Hatıratım, Dr. Nuri Dêrsimi, sf. 211, DOZ, 1997]

Weşan

Kurd Kavê sempozyuma zimanê Kurdî saz kir

Teşekkur keno an jî Teşekkur dikim

TUYAP ji bo saziyên Kurdî çawa derbas bû?

Nûbiharê cihê xwe yê nû vekir

Wêne, bixwe re hin çîrokan tînin pêşberî me