Wêne: Dr. Nûrî Dêrsîmî Dêrsimî, Xoybûn, Bedirxanî û Cemilpaşazade Dr. Nurî Dêrsimî di beşekê xatirayên xwe de behsa Cemiyeta Xoybûnê dike û balê dikişîne li ser têkiliya herdu malbatên Bedirxanî û Cemilpaşazadeyan. Di wê beşê de Dêrsimî dide xuyakirin ku di navbera van herdu malbatan de rikeberî çêdibe û ji bo bi rêvebirina Xoybûnê pirsgirêk derdikeve holê. Dêrsimî, Bedirxaniyan di warê hişmendî û hestên neteweyî de gelek î pêştetirê Cemilpaşazadeyan dibîne û duristbûna pirsgirêkê jî bi van sedeman ve girê dide. Her wiha Dêrsimî wê wextê dixwaze di navbera herdu layan de navbeynkariyê bike, lê belê ev hewldanên wî bi encameke erênî bi xwe re nayînin. [Hatıratım, Dr. Nuri Dêrsimi, sf. 195-96, DOZ, 1997] *** Dêrsimî, Xoybûn û Cihû Di îlona sala 1945an de Dr. Nurî Dêrsimî ji ber karekî xwe yê malbatî berê xwe dide Qudsê û li wir yekekî Ermenî wî nas dike. Di wê demê de tevî Cihûyekî ji Sêwasê komîsyoneke Cihû serdana Dêrsimî dikin. Komîsyona Cihû behsa tevgerên Barzaniyê Ne