Bi ser dev ji hev berdana wan roj û meh derbas bibûn; herdûkan jî hêvî nedikir ku îro li cafeyeke Girava Dîrokî, wekî du xerîban hevûdu bibînin û ew xeyalên dema evîndariya xwe de dixwestin pêk were, bi cih bînin.
Wêne - Nûçe: Qesîm Etmanekî Stenbol - (Qelems) : Bi minasebeta hatina 15ê Gulanê, Cejna Zimanê Kurdî, Weqfa Kurd Kavê bi sernivîsa "Mafên Ziman û Zexta Li Ser Zimanê Kurdî" sempozyumeke encam da. Serokê Kurd Kavê Abdurrahîm Delî Sempozyûma bi moderatoriya Parêzer Mehmet Celal Baykara û bi amadebûna axaftvanên pispor (ji aliyê çepê ve) Prof. Salih Akın, Prof. Aziz Yagan, Prof. Burhattin Kaya û Doç. Dr. Bulent Kuçuk ve bi rê ve çû. Di beşekê gotara xwe de Prof. Burhanettin Kaya wisa axivî; "Qedexeya li ser ziman, tundî û şîdeteke gelek xerabkar li ser beden û rûhê mirovî pêk tîne. Bi yasaya paşnavan êrîşeke mezin li ser binyat û nasnameya kurdî pêk anîn. Ji sedema qedexaya li ser zimanê kurdî birînên giran li ser derûniya Kurdan vekirin." Prof. Salih Akin jî di beşekê gotara xwe de balê kişande li ser bikaranîna zimanê Kurdî û wisa pê de çû; "Ji beriya her tiştî divê em li himberî zimanê xwe adil bin û wî di hemû qeda jiy
Kurteçîrokên needebî Wê rojê, hevalekî minê ji Kurdên me yê Zaza (Dimil, Kirmanc) ji min re peyamekî şand. Wî dixwest ku ez jê re der heqê rewşa gramera kurmancî de pariyekî agahiyan bidim. Ew agahiyên ku minê bidayê ji bo roportaja ku wî ji pisporeke zimanzan re pêk bîne, hewce bû. Min jî bi kêfxweşî jê re behs kir û pariyekî jî hûrgiliyan da, der heqê gramerê de. Li gor gotinên wî, ewan jî hêj di hêla gramerê(elfabe) de lihev nekirine. Heta aniha jî Çewlîgî û Dêrsimî ji hev fêm nakin û her wisa Motkanî jî ji her duyan tu tiştî fêm nakin. Ne axaftin yek e ne jî emilandina gramerê. Axirî me xeberdanên xwe qedand û ji hev xatir xwest, wî ji min re got, “temam bira, spas keno tora”, cara wî wisakî got, ez sekinîm, min pariyekî fikirî û jê re got, "bira aha em kurmanc a li vir de jî lihev nakin, yek radibe, dibêje 'sipas', a dinê jî vê qebûl nake, serî radike, dibêje 'spas'..." Wî jî ji vê halê me re got, “bira min ji xwe wisakî got, li herêma me ji xwe ev nay
Stenbol - (Qelems): Îsal, 39emîn Fuara Navneteweyî ya Pirtûkan a Stenbolê di navbera rojên 3-11ên Berfanbarê de, li TUYAP ê pêk hat. Di fuara vê salê de, 3 weşanxaneyên Kurdî ( Nûbihar , Sîtav û Dara/Pirtûkakurdî ) û Weqfa Îsmaîl Beşîkçî beşdarî kirin. Berpirsên sazî û weşanxaneyên Kurdî pirsên me yên der heqê TUYAPa vê salê de, bersivandin. WÎB: Westandineke gelek î baş bû Mewlud Oguz û Nivîskar Îsmaîl Beşîkçî Berpirsê standa Weqfa Îsmaîl Beşîkçî (WÎB) Mewlud Oguz da zanîn ku Fuara Pirtûkan ya Stenbolê ji ber pandemiyê ev du sal in nedihate kirin, ji ber vê jî eleqeya xwîneran zêde bûye vê salê. Li gorî agahiyên ku Berpirsê standa WÎBê Oguz ji me re vegot, di maweya fuarê de her roj Nivîskar Îsmaîl Beşîkçî pirtûkên xwe îmze kiriye û eleqeyeke baş ê xwîneran jî ji bo wî hebûye. “Mamoste Îsmaîl Beşîkçî di maweyê fuarê de her roj li vê derê bû, lewma em dikarin bibêjin bo Mamoste Beşîkçî eleqeyeke gelek î zêde hebû; herî zêde me kitêbên mamoste firotin û h
Wêne-Nûçe : Qesîm Etmanekî Stenbol (Qelems) - Weşanxaneya Nûbiharê îro bi merasîmekê girseyî cihê xwe yê nû vekir. Gerînendeyê Giştî yê Nûbiharê Suleyman Çevîk despêka merasîma vekirina cihê xwe yê nû de axivî û wî balê kişand li ser tinebûna dibistanên Kurdî, Çevîk wisa got; "Ji ber ku li Tirkiyê bi zimanê Kurdî perwerdehî tune, weşanxaneyên Kurdî wek dibistan e." Çend wênê ji merasîma vekirina Nûbiharê; (Tabeleya nû a Nûbiharê) (Gerînendeyê Giştî yê Nûbiharê Suleyman Çevîk dema ku diaxive) (Dema Dr. Îsmaîl Beşîkçî diaxive) (Rojnameger Mewlud Oguz) (Suleyman Çevîk pirtûkekê kevin yê destxetê Kurdî nîşanê Rojnameger Alî Duran Topuz dide) (Rojnameger Rawîn Stêrk) (Nevîn Reşan Gungor pirtûka xwe diyariyê Dr. Îsmaîl Beşîkçî dike) Nûbihar yek ji weşanxaneyekê Kurdî ye ku xebateke dûr û dirêj bo z
Wêne - Çîrok: Qesîm Etmanekî Şikarim (Qelems) - Cara caran wêneyên ku di medyayên civakî de tên li pêşberî me an jî em dikşînin belkî bixwe re hîn çîrokên ecêb, xemgînî, xweşî, zehmetî û hwd. tînin. *** Sal, salên qirkirina Ermeni yan bû. Beşeke Kurd an xulamiya Îttehatçi yên Tirk an dikir û di qirkirina Ermeniyan de cîh digirtin; lê beşeke din jî, jin mêr û zarokên Ermeniyan ji vê qirkirinê difilitand in. Çîroka Meyrema Ermenî Gundê Şikarim ku nêzî du sed sal in malbata me li wir bicih bûye li ser sînorê bajarên Sêrt ê û Bidlîs ê ye. Herwiha gund di binê çiyayê Qelems ê de, di nav newaleke de hatiye avakirin. Salên qirkirinê de, malbateke Ermenî wextê ku ji ber qirkirinê bêçare direvin, li pişt xwe, di nîvê rê de, zarokekê xwe yê piçûk ji ber ku dizanin tê werin kuştin, dihêlin. Cînarekî me yê bi navê Haco jî wê zarokê Ermenî cara diçe nav milkê xwe dibîne, wê ji mirinê difilitîne... Piştre wê zarokê tîne mala xwe, li cem xwe wê xweyî dike, jê re dibe xweyî