Koma Mayê Stenbol Hejand
Koma Ma Stenbol - (Qelems): Îşev li Navenda Çandî ya Bariş Manço ya ser bi Avcilara bajarê Stenbolê, Koma Ma derket ser dîkê. Di destpêka konserê de, endamên komê têkoşîna jinên Rojhilatê Kurdistanê bi bîr anîn. Cih nema! Kurdên Stenbol ê di konserta Koma Mayê de, eleqeyeke mezin nîşan dan û salonê de cih nehiştin. Her wiha gelek kesên ku xwedî bilêt bûn jî li piyan man. Di şahiyê de stranên gelêrî yê Kurdan (bi zaravayên Kurmancî, Kirmanckî û Soranî) ji aliyê solîstên Koma Mayê ve hatin sitrîn. Hêjayî gotinê ye ku di şahiyê de temaşevanan herî zêde ji stranên Yar Gijlokê û Hoy Dil ê re eleqeyê nîşandan û çepikan lêxistin. Dawiya konsertê de temaşevanan bi deqîqeyan li ser piyan ji bo Koma Mayê li çepikan xistin.