Kayıtlar

Aralık, 2022 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

TUYAP ji bo saziyên Kurdî çawa derbas bû?

Resim
Stenbol - (Qelems):  Îsal, 39emîn Fuara Navneteweyî ya Pirtûkan a Stenbolê di navbera rojên 3-11ên Berfanbarê de, li TUYAP ê pêk hat. Di fuara vê salê de, 3 weşanxaneyên Kurdî ( Nûbihar , Sîtav û Dara/Pirtûkakurdî ) û Weqfa Îsmaîl Beşîkçî beşdarî kirin. Berpirsên sazî û weşanxaneyên Kurdî pirsên me yên der heqê TUYAPa vê salê de, bersivandin.  WÎB: Westandineke gelek î baş bû Mewlud Oguz û Nivîskar Îsmaîl Beşîkçî   Berpirsê standa Weqfa Îsmaîl Beşîkçî (WÎB) Mewlud Oguz da zanîn ku Fuara Pirtûkan ya Stenbolê ji ber pandemiyê ev du sal in nedihate kirin, ji ber vê jî eleqeya xwîneran zêde bûye vê salê.  Li gorî agahiyên ku Berpirsê standa WÎBê Oguz ji me re vegot, di maweya fuarê de her roj Nivîskar Îsmaîl Beşîkçî pirtûkên xwe îmze kiriye û eleqeyeke baş ê xwîneran jî ji bo wî hebûye.  “Mamoste Îsmaîl Beşîkçî di maweyê fuarê de her roj li vê derê bû, lewma em dikarin bibêjin bo Mamoste Beşîkçî eleqeyeke gelek î zêde hebû; herî zêde me kitêbên mamoste firotin û h

Mehek û rojek

Resim
Mehek û rojek derbas bibû li ser hevrebûyîna wan re, wê şevê bi hemû xweşî û nexweşiyê xwe re dawî anîn; herdu alî jî bi dilekî şikestî -ku hevdu bi êşînin- ranebû ji maseyê, lê tenê dema xatir ji hev xwestinê çav û qirikê wan tije bûn.  Zilam li ser pêya bi zûyî çend gotinan got, dûre herdu jî reviyan kozikên xwe. Kê dizane belkî girîn wê demê dest pê kiribe...