Bixwenebawer


Kurteçîrokên needebî

Piştî barîna baranê Xê xwest bi hevalê xwe yê Qê re derbikeve derve, wî re qasekî bimeşe.
Xê, dixwest der heqê hin pirsgirêkên hevalê xwe yê Qê de, jê re bibe alîkar.
Herdu qederekî meşiyan, di wan kêliyan de, li ser hin zehmetiyên rojane demekî dirêj axivîn.
Dawî, gotin hat li ser mijara ku Xê dixwest bi Qê re vebêje.
Xê, "...Tu bi xwe ne bawerî, yanî baweriya te bi te re kêm e, di civakeke de nikarî xwe baş îfade bikî, bo mînak nizanî dê çawa bi keçekê re tevbigerî... min xelet fêm neke, ez dixwazim em bi hevre vê kêşeyê çareser bikin."
Qê, heta dawiyê bi baldarî gotinên Xê guhdarî kir. Pê -serê derziyê- jî aciz nebû, bileks kêfa wî hat ku li derûdora wî kesek heye ku kêşeyên wî dizane û dixwaze bibe alîkarê wî...
Qê, "Bi halê xwe baş dizanim; têdikoşim lê nizanim wê ez/em ê çawa safî bikin/m..."

1:47 - 20/2/22

Weşan

Kurd Kavê sempozyuma zimanê Kurdî saz kir

Teşekkur keno an jî Teşekkur dikim

TUYAP ji bo saziyên Kurdî çawa derbas bû?

Nûbiharê cihê xwe yê nû vekir

Wêne, bixwe re hin çîrokan tînin pêşberî me