Kayıtlar

Şubat, 2022 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

Kurd çima neyarê qewmê xwe ye?

Resim
Bîranîn Wêne: Omer Photoscene - Instagram Ev demekê dirêj e ku ez tiştekî nanivîsînim, sebebên wê jî yekcar diyar in; di jiyana metropolê de meriv nema dikare jixwe re wext biqetîne, bizivire xwe. Kêşeyên derûnî, dersên zanko, xebatên weşanxaneyê û hwd nema dihêlin ku ez rawestim û berê xwe bidim nivîsînê. Di van rojên dawî de, li ser van hemû kar û pirsgirêkan, şixulekê dî jî derket pêşberî min. Yekşema berê nasekê minê rojnameger telefonê min kir, xwest ku ez derheqê hatina Kurdekî me yê Başûrî de alikariya wî bikim. Wî ji min re got ku biraderê me yê Başûrî li Soran a Hewlêrê bi karê firotina cilên mêran re mijûl e. Ew hatiye lê re, ji bo havîna bê re cilan bo dikana xwe bistîne. Lê ew biraderê me yê Soran bi Tirkî nizane û pêwîstiya wî bi yekê wergêr re heye.  Wî hevalê minê rojnameger ji min re got, berê hevalekî rojnameger alîkariya wî biraderê me yê Başûrî dikir, lê bes vê carê ji ber karûbarên wî ew nikare bibe alîkar. Wî rojnamegerê jî ji wî xwestiye ku yekî bibîne