Kayıtlar

Temmuz, 2021 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

Sûka Helewçiya ‎| ‏سووکا ‏هەلەوچیا

Resim
Sêrtê | سێرتێ | 📸

Keçika Li Ber Dolabê

Resim
Çîrok / Mesele   Wênesaz: William Adolphe Bouguereau Ev çîrok/mesele wexteke ku tu kes nizane de, di navbera dayikek û keçika wê de qewimî ye. Keç:   - Dolabê en enabê keçika bavê w’ ez birçî me li ber dolabê. Dê:   - Hîîîî law, bavê te cot û cobarê xwe hazir kiriye, tê sibê here cot, ji me re genim reşîne.   - Dolabê en enabê keçika bavê w’ ez birçi me li ber dolabê.   - Keça min bavê te çûye îro genimê xwe tov dike.   - Dolabê en enabê keçika bavê w’ ez birçî me li ber dolabê.   - Genim me şîn bûye.  - Dolabê en enabê keçika bavê w’ ez birçî me li ber dolabê.  - Keça min genimê me ketiye weşiya.  - Dolabê en enabê keçika bavê w’ ez birçî me li ber dolabê.  - Law, genim di weşiya de zer bû.  - Dolabê en enabê keçika bavê w’ ez birçî me li ber dolabê.   - Law sebir bike, tê bavê te sibê here genim bidrû.  - Dolabê en enabê keçika bavê w’ ez birçî me li ber dolabê.   - Law bavê te genim dirût, beyder kir.  - Dolabê en enabê keçika bave w’ ez birçî me li ber dolabê.  - Law