Kayıtlar

Haziran, 2025 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

Meşa Kîso û Mamoste Seleh

Resim
Mamoste Seleh ku yek ji lehengê civaka kurdî ya Stenbolê ye, mohra xwe dîroka xebatên kurdî yê temamê Kurdistanê daye. Wî bi hezar zehmetî zaroka xwe Medya Kitabevi heya îro anî û ji miletê xwe re stargehek çêkir. Min li wî stargehê ji Xaneqînê heya Erîvanê kurdan, ji Japonyayê heya Amerîkayê dostên kurdan naskir; li wir bazara zimanê min çiqas kesat jî be serdest bû, jiyana min bi kurdî bû -û hê jî wisa ye. *** Kurd gelek ji Stenbolê hez dikin, nexasim jî ji Beyogluyê, bi milyonan ji me li wir in, ji wan rojê deh kes jî seriyek li Medyayê bixe bawer bikin ew ê Medya her û her li ser piya bimîne. Lê ka ew deh kurd û ew deh mêjiyê têgihiştî… Bawer dikim min heya aniha bi dehan, bi sedan car pirtûkan pêşniyar kiriye; heya aniha vegerekê xerab çênebûye, ji min bawer bin, hûn ê xwendina vê berhemê poşman nebin; ji ber ku Meşa Kîso çîrokek e ji çîrokên vê miletê bindest, ne kêm ne jî zêde…