"Nifşa 78" ya KAWA li WÎBê gotûbêjek pêk anîn
Wêne - Nûçe: Qesîm Etmanekî Stenbol - (Qelems) : "Nifşa 78" ya rêxistina KAWA yê îro li Weqfa Îsmaîl Beşîkçî gotûbêjek pêk anî. Mijara gotûbêjê der heqê komxebata berhemên Helbestvan Alî Bîçer î de bû. Hêjaye gotinê ye ku berhemên Helbestvan Bîçerî bi rêya Weşanên DOZ ê vê salê çap û belav bû. Di salona gotûbêjê de hejmarek zêde endam û layengirên berê yê hizba KAWAyê jî amade bûn. Her wiha di gotûbêjê de behsa salên 80î û 90î hate kirin û çend bîranîn wan salan di nav axaftinan de bû sedama kelecaniyê. Helbestvan Alî Bîçer Gotûbêj bi xwendina helbest û îmzekirina berhema Bîçerî qediya. Endam û layengirên hizba KAWA û dostên wan * Ji kerema xwe bêyî çavkanî wêne û nûçeyê belav nekin.