Kayıtlar

Eylül, 2022 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

Çend anekdot ji pirtûka Dr. Qasimlo

Resim
Dêrsim - (Qelems):   Hefteyeke çêbûye ye ku min pirtûka Dr. Qasimlo ya bi navê "Çil Sal Xebat di Riya Azadiyê de" daye destê xwe. Du roj berê jî min pirtûkê qedand û min xwest çend anekdotan ji naveroka vê berhema hanê we xwînerên vê blogê re parve bikim. Naverok der heqê Rojhilatê de ye Dr. Qasimlo xwestiye bi vê xebata xwe re, pêşî ji bo endam û layengirên partiya xwe ya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê û bi giştî jî ji gelê Kurdistanê re pêvajoya "Komara Kurdistanê" raxe li ber çavan.  Di vê berhemê de damezrandina Komelaya Jiyanewey Kurd, Hizba Demokrat a Kurdistanê û Komara Kurdistanê mijarên sereke ne ku Dr. Qasimlo li ser wana sekiniye. Hêjayê gotinê ye ku Dr. Qasimlo rewşenbîrekî mezin ê miletê Kurd e. Di analîzkirina bûyerên wê demê de, heta ji destê wî tê dixwaze bêalî şîroveyên xwe bike û bi çavkaniyên wê demê re naveroka berhema xwe dewlementir bike (li gor dîtina min wisa bû). Dixwazim vegerim naveroka berhemê û çend anekdotan ji we re neqi