Kayıtlar

Mayıs, 2022 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

Kurd Kavê sempozyuma zimanê Kurdî saz kir

Resim
Wêne - Nûçe: Qesîm Etmanekî Stenbol - (Qelems) : Bi minasebeta hatina 15ê Gulanê, Cejna Zimanê Kurdî, Weqfa Kurd Kavê bi sernivîsa "Mafên Ziman û Zexta Li Ser Zimanê Kurdî" sempozyumeke encam da.   Serokê Kurd Kavê Abdurrahîm Delî Sempozyûma bi moderatoriya Parêzer Mehmet Celal Baykara û bi amadebûna axaftvanên pispor (ji aliyê çepê ve) Prof. Salih Akın, Prof. Aziz Yagan, Prof. Burhattin Kaya û Doç. Dr. Bulent Kuçuk ve bi rê ve çû. Di beşekê gotara xwe de Prof. Burhanettin Kaya wisa axivî; "Qedexeya li ser ziman, tundî û şîdeteke gelek xerabkar li ser beden û rûhê mirovî pêk tîne. Bi yasaya paşnavan êrîşeke mezin li ser binyat û nasnameya kurdî pêk anîn. Ji sedema qedexaya li ser zimanê  kurdî birînên giran li ser derûniya Kurdan vekirin." Prof. Salih Akin jî di beşekê gotara xwe de balê kişande li ser bikaranîna zimanê Kurdî û wisa pê de çû; "Ji beriya her tiştî divê em li himberî zimanê xwe adil bin û wî di hemû qeda jiy