Adsay: "Aqilekî aîdê me tune ye"
Wêne - Nûçe: Qesîm Etmanekî Stenbol - (Qelems): Îro li Weqfa Îsmaîl Beşîkçî gotûbêja wergêr Fahriye Adsay bi moderatoriya Berfin Zenderlioglu pêk hat. Ev demeke ku Weşanxaneya Avesta li WÎBê rêze-gotûbêjan der heqê mijarên wêje, ziman û dîrokê de çêdike. Gotûbêja ku îro Avestayê pêk anî, bi sernivîsa “ Herzl û Ben-Yehuda çi ji me re dibêjin? Wergera teoriyê bi kurdî” bû. Wergêr Adsay di beşekê axaftina xwe de wiha got; "Beşek Cihû yên ku fikra asimîlasyonê diparastin digotin, 'Em li malên xwe Cihû bin, li derve jî însan bin" Dema ku Fahriye Adsay diaxive Her wiha der heqê mijarên ziman Îbranî û damezerandina dewleta Cihûyan de Adsay nirxandineke wiha kir; "Proseya vejîna zimanê Îbranî û damezrandina dewleta Îsraîlê bi hev re dimeşe." Wergêr Fahriye Adsay Îsmaîl Beşîkçî û Fahriye Adsay Du rojnameger: Mewlûd Oguz û Omer Bextiyar Rojnameger Omer Bextiyar û Fahriye ...