Bîranîn Wê rojê ez li ber mizgefta gundê me de derbas dibûm. Tam di wê wexta derbasbûnê de, seydayê me di pencerê de gazî min kir. Xwest ku em herdu li ser piya pariyekî xeber bidin. Axirî heta nêzî banga esrê ez û wî li ser piyan xeberdan. Dawiya xeberdanên me de, seyda ji min re got, "yekî zekata xwe daye min ji bo ku ez bidim gundî û feqiyên medresê, min jî xwest ku vê 100ê jî bidim te", min jî dengê xwe nekir û li ber xwe da got, "Xwedê daye koro çi belaye" û pere ji destê wî hilda. Ew roj wisa derbas bû, -jibilî xweha xwe û hevalekî xwe min ji kesî re behsa vê meselê nekir-. Îcar du roj berê min xwest ku wê perê seyda daye min re, ji xwe re çend-hebek pirtûkên sosyolojî û edebî bistînim. Di êvara wê rojê de, min her tişt temam kir, dawiyê min perê li cem xwe û yê li hesaba xwe ya bankaya nêrî, dît ku 100ekî kêm e. Bi rastî di wê kêliyê de ez şaşmayî mam. Min hal û meselê ji xweha xwe re got, ew jî wekî min ji vê tiştê re ecêbmayî ma. Me oda ku em li wir da d